Xwaringeha jinan li Şehbayê

Nûçeyên Jin

Pêncşem 10 Hezîran 2021 - 06:06

Piştî ku kantona Efrînê hat dagirkirin û şêniyên wê bi zorê ji warên xwe hatin koçberkirin, Desteya Jinan bi armanca ku ji aliyê aborî ve piştgiriya jinan bike gelek projeyên biçûk pêk tîne. 

Di vê çarçoveyê de, Desteya Jinan a Herêma Efrînê di 15`ê Gulanê de li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê yekemîn projeya xwe pêk anî û xwaringeheke biçûk a xwarinên gelêrî ya efrîniyan bi navê Jiyan vekir.

Endama Rêveber a Desteya Jinan a herêma Efrînê Zelûx Reşîd got deste di radeya yekemîn de ji bo birêxistinkirina jinan ji aliyê civakî û aborî ve xebat dimeşîne. 

Zelûx Reşîd destnîşan kir ku ew bi projeyê nakin armanc pereyan qezenc bikin lê hewl didin derfetên kar ji gelek jinan re bi taybet dayîkan re peyda bikin.

Karkera bi navê Zêneb Betal jî got: “Em 4 jin kar dikin. Me kar di navbera xwe de bi awayekî birêxistinkirî parve kiriye. Em dixwazin bi vê gavê xwe pêş bixin û xwarinên gelêrî yên Efrînê biparêzin.”

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.