Jinên penaber xwende dibin

Nûçeyên Jin

Şemî 3 Îlon 2022 - 03:17

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

NÛJÎNHA/MINBIC

Li Minbicê tevî şert û mercên şer, hê jî hêviya jinên penaber heye ku hînî xwendin û nivîsandinê bibin.

Komîteya Karûbarên Civakî û Kar li bajarê Minbicê û gundewarê wê, bi hemahengiya Komîteya Perwerdeyê û Yekîtiya Mamosteyan, li ser daxwaza koçberên li kampê, kûrsên xwendekirinê ji bo jinên li kamên Şerqî û Şerqî El-Cedîd ên 15 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Minbicê, vekirin.

Sala 2017'an, dema ku bajarê Minbicê koçberên gundewarên rojhilatê Helebê ên ku ji ber şerên di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ'ê revyabûn pêşwazî kirin, kampên Şerqî û Şerqî El-Cedîd hatin vekirin.

Kûrsên xwendekirinê Tîrmeha bihurî de dest pê kiribûn. 125 jin ji kampa Şerqî û 125 jin jî ji kampa Şerqî El-Cedîd tevlî kursan bûn. Jinên tevlî kûrsan bûn 13 salî ta 57 salî ne. Li gorî berpirsên van kursan, qonaxa yekem a xwendinê dê 3 mehan dewam bike û îhtimal heye ku piştî qonaxa yekemîn, qonaxên duyemîn û sêyemîn jî werin destpêkirin û rêjeya beşdarbûna jinan û pabendbûna jinan di navbera ji sedî 80 û 90´î de ye.

Bêparhiştina ji xwendinê

Yek ji jinên ku dikeve dersên xwendekirinê, Emel Mihemed a 42 salî ye. Serpêhatiya wê dişibe ya gelek jinên Sûriyê yên ku ji ber adet û kevneşopiyan yan jî ji ber şert û mercên malbatê ji xwendinê bêpar hatine hiştin. Emel Mihemed dibêje, "Ez keça herî mezin bûm. Ez neçar bûm ku pola duyemîn a dibistana seretayî biterikînim da ku ez li xwişk û birayên xwe û li malê xwedî derkevim. Piştî ku em çûn gund jî, me dest bi karê çandiniyê kir. Dema min keçên di temenê xwe de yên dixwînin û çenteyên xwe hildigirin, didîtin min axîn dikişand. Min xwe feda kir da ku xwişt û birayên min bixwînin.”

 

Emel Mihemed

Şervanên jin tesîr li wan kirine

Emel Mihemed dibêje, yên hêz û wêrekiya perwerdê dane wê, şervanên jin in: “Dema em hatin Minbicê min şervanên jin dîtin, hêza wan ji min re bû mîna birûskê, wan pirr bandor li min kir û dîtina wan ez teşwîq kirim da ku ez ber bi xeyalên xwe ve biçim û bigihêjim wan û sînorê tirsê bişikînim. Piştî ku xwendin di dilê min de hesret mabû, ez piştî 35 salan vedigerim ser kursiyên dibistanê. Heya jin bi xwe bawer be û li ser rêya rast dimeşe, divê ji tiştekî netirse. Ez dixwazim hînî xwendin û nivîsandinê bibim da ku ji kurê xwe re bibim mamoste. Hemû jin dixwazin hînî xwendin û nivîsandinê bibin û di jiyana xwe de tiştekî bi dest bixin, lê civak her tim bûye asteng."