Jinên Botanê govend gerandin 

Nûçeyên Jin

Şemî 6 Adar 2021 - 01:35

Di çarçoveya 8'ê Adarê de jinan li navçeyên Şirnexê lez dan xebatên xwe. 

Meclîsa Jinan a HDP'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA), îsal bi dirûşmeya "Li dijî qirkirina jinê jiyan, li dijî tecrîtê  azadî" dest bi xebatên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin. Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re jinan li Şirnexê lez dan xebatên xwe û li navçeyên Qilêban û Sîlopiyê bernameyên 8'ê Adarê li dar xistin. 

Li navçeya Qilebanê, jinan serdana goristana Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yûksel ku dema qedexeyên derketina derve hatibû qetilkirin, kirin. Li vir li ser navê jinan aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan axivî û diyar kir ku ew bi têkoşîna Asyayan serfiraz in û got, ew ê heta dawiyê li pey şopa jinên têkoşer bimeşin. Piştre jinan serdana malbatên qurbaniyên komkujiya Roboskiyê kirin.

Her wiha jinan bi kincên xwe yên herêmî li navçeya Sîlopiyayê jî li avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê şahiya 8'ê Adarê li dar xistin. Şahî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.