ZOUHOUR MECHERGUI
NÛJÎNHA/TÛNIS
Konferansa Jinan a Cîhanê ya Jinan a ji Binkeyê ve a 3´yan di şert û mercên dijwar ên navdewletî û neteweyî de tê lidar xistin.
Bi dirûşmeya “Tûnis paytexta jinên cîhanê ye” ji kolana Hebîb Bûrqîba ya li paytext Tûnisê ber bi bajarê çandê ve bi beşdariya bi sedan jinên ji zêdetirî 30 welatan ji bo şermezarkirina rewşa xerab a jinan meşek hat lidarxistin û piştî meşê konferansa jinan dest pê kir.
Beşdaran di dema konferansa berê ya li Nepalê de îşaret pê kiribû ku rewşa jinan li cîhanê hemûyî yek e ku jin ji kîjan netewe, nasname û baweriyê be, heman êşan dikişînin.
Beşdaran banga xurtkirina xebatan kir da ku ji rayedaran bê xwestin ku bi danîna qanûnên ji bo xizmeta çareseriya pirsgirêkên jinan, rewşa jinan baş bikin.