Te got goreya te kevin e?

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 18 Kanûn 2023 - 16:50

Goreyên kevin hene û goreyên kevintir hene. Lê ez nizanim ka çend gore hene ku 17 sedsalan emir kiribin. Goreyeke ku ji rîsiyan hatiye çêkirin a Misra kevnar a beriya bi hezar û 700 salan ji goreyên gelekî kevin e. Di kolaneke arkeolojîk a salên 1913 ê 1914´an de ev gore li bajarê Misra antîk “Antinooupolis”ê hatibû dîtin. Hingê papîrolojîstê Ingilîz John de Monins Johnson li ser navê weqfa “Egypt Exploration Fund” ev kolan dikir. Axir di dawiyê de ev gore jî weke malê talanê biribûn Ingilîstanê û di nava koleksiyonên talanê yên “British Museum”a li Londonê de bi cih kiribûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.