Di sala 1940’î de ciwanekî bi şaşîtî li Fransayê “Şikefta Lascaux” kifş kiribû ku di hundirê wê de gelek resm hebûn. Ev resm li ser dîwarên şikeftê hatibûn çêkirin ji hêla insanên berê ve. Tenê ne şikeftek bû, gelek şikeftên bi hev du ve girêdayî hebûn ku ev resm nîşan didan. Şikeft di sala 1950’î de li xelkê jî hate vekirin û her roj bi hezaran kes diçûn serdana “Şikefta Lascaux” da ku wan resmên li ser dîwaran ji nêz ve bibînin.
Destpêkê resmên li ser dîwaran nehatin parastin û ji ber vê yekê ji ber tevgera serdêran resm roj bi roj xira bûn. Ji ber van sedeman, sala 1963’yan biryar hat dayîn ku şikeft were girtin û kes neçe dîtina wan resmên li wir. Di sala 1983’yan de şikeft careke din li xelkê hate vekirin lê her kes nikare biçe gundê Montignac ê ku şikeft lê ne. Ji ber vê yekê, Muzeya Arkeolojiyê ya Neteweyî ya Fransayê biryar da ku bi awayekî online xelkê bibe şikeftê û xelk bi rêya teknolojiya dijîtal niha dikare biçe serdana şikeftê û resmên bêhempa bibîne.
Serdêr dikarin gelek resmên mezin ên li ser dîwarên şikeftê bi sê hêlan bibînin û bi rêya nexşeyê resman bişopînin. Her wiha derbarê resman de jî dikarin agahiyan wergirin û biçin dîroka kevnar a dema ku ev resm hatine çêkirin.
Hûn jî dikarin bitikînin ser lînka li jêr û biçin serdana “Şikefta Lascaux” û resmên dîrokî bibînin:
https://archeologie.culture.gouv.fr/lascaux/en/lascaux-cave-virtual-visit
NAVENDA NÛÇEYAN