Keval heqîqetê nîşan didin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Mijdar 2023 - 00:17

  • Hin keval û kevirên ku li Mezopotamyayê, nexasim li Iraqa îro ji bin erdê derketine, heqîqetê nîşan didin. Teorema ku weke “Teorema Pîsagor” tê zanîn, hezar û 500 salan beriya Pîsagorî hatiye bikaranîn. Lê dîrokzanên ku Ewrûpa weke navenda bipêşketinê nîşan didin, ev heqîqet jî weke gelek heqîqetên din berevajî kirine.

Teorema Pîsagor yek ji esas û bingehên geometriyê ya girîng e. Ev teorem bi navê fîlozof û matematîkzanê Yewnanî Pîsagor li dinyayê belav bûye. Ev teorem di warê karên endezyarî û sêwirandinan de gelek girîng e û insan vê teorem ji mêj bi kar tînin. Navê vê teoremê, bi Pîsagor were bibîranîn jî esasê meseleyê ne wisa ye. Hin kevalên kevnar ên ku ji serdema Babîlan mane, nîşan didin ku qederê hezar û 500 salan beriya Pîsagor jî ev teorem hatiye bikaranîn. Nivîs û îşaretên li ser kevalan, nîşaneya vê yekê ne. Yanî Pîsagor, Beriya Mîladê di salên 570’yî de weke ku wî ev teorem vedîtibe, derdikeve holê. Lê li gorî kevalên hatine dîtin, em dibînin ku Beriya Mîladê di salên 2000’î de jî ev teorem ji hêla Babîlan ve ji bo karên teknîkî hatiye bikaranîn.

Pîsagor navê xwe li teoremê dike!

Kevala ku li Iraqa îro hatiye dîtin û nivîsên mîxî yên li ser wê, xwedî dîrakeke kevnar in. Li gorî lêkoleran, ev keval ji bo perwerdehiyê hatiye bikaranîn. Em dibênin ku ji bo ku ew dirêjahiya çargoşeyan hesab bikin, ji teorema “pîsagor” sûd wergirtine û di kevalê de jî behsa vê yekê tê kirin bê ka wan bi çi awayî çargoşe û sêgoşe pîvane û ji bo pîvanê formûlên nû ava kirine. Tenê ne li ser vê kevalê, Babîliyan her wiha li ser hin kevirên din jî sêgoşe xêz kirine û li ser van keviran bi reqaman hin tişt hesab kirine. Ev her du berhemên kevnar, bi awayekî eşkere nîşan didin ku beriya Pîsagor û Yewnanan, xelkê Mezopotamyayê di warê matematîkê de xurt bûye û teorema ku Pîsagor weke ya xwe daye naskirin jî berê ji hêla zanyarên Mezopotamayê ve hatiye bikaranîn. Lê Pîsagor rabûye navê xwe li vê teoremê kiriye.

Matematîkvanê Awustralyayî Daniel Mansfield ji Zanîngeha New South Wales (UNSW) bi ser wêneyekî kevalekê ve bû sala 2018´an. Ev kevaleke Babîlonî ya ji beriya mîladê 1900 - 1600 salan bû. Ji bo lêkolînê wî berê xwe da Tirkiyeyê. Û paşê di dawiya sala 2021´ê de bi ser naveroka wê ve bû: Delîla heta îro herî kevin a bikaranîna formulê Pîtagor ê ji bo hesabkirina dirêjahiya kenarên sêgoşeyan li ber destê wî bû. Yanî ne bi hewldana Daniel Mansfield bûna belkî em bi vê rastiyê nehisiyana.

Divê mirov bipirse gelo çima?

Lê axir, Pîsagor diviya baş pê zanîbûya ku Babîlî, Misrî û Hîtîtiyan ev teorem bi kar aniye. Dîsa jî, ew vê teoremê bi îhtîmaleke mezin bi xwe dide destpêkirin û navê xwe li teoremê dike. Di vî warî de zanîn hemû weke ya Pîsagor tê zanîn û haya ti kesî ji hewldanên zanyarên beriya Pîsagor nîne! Divê mirov bipirse gelo çima? Gelek dibêjin, giraniya dibistana Pîsagor gelekî zêde bû û îhtîmal e ku şagirtên wî piştî Pîsagor ev teorem weke ya Pîsagor dîtibin, ji xelkê re behs kiribin. Li hêla din jî em dizanin ku dîrokzanên serdema antîk ên Ewrûpî ne û gava behsa tiştên wiha kirine her tim Ewrûpa weke navenda zanistên civakî û pêşketinên teknîkî nîşan dane.

Kevalên di bin erdê de heqîqetê nîşan didin

Lê divê neyê jibîrkirin, xelkê Mezopotamyayê beriya Ewrûpiyan di warê matematîkê û her wiha gelek zanistên din de bi pêş ketibûn. Lê ji ber ku dîrokzan dîrokê ji Yewnanistanê didin destpêkirin, her tim mîrateya mirovahiyê ya beriya Yewnanan tê paşguhkirin û kes bi qedr û qîmetê vê mîrateyê xweşik nizane. Lê dîrokzan, nexasim hin dîrokzanên Ewrûpî her çend dîrokeke bi derewan dagirtî weke rastiyê bidin qebûlkirin jî, keval û berhemên ku ji binê erdê derdikevin, wan derewkar derdixin û heqîqetê nîşanî xelkê didin.

Formula hesabê matematîkî ya ji bo hesabkirina dirêjahiya kenarên sêgoşeyên aliyekî wan tîk a ku weke ya pîsagor hatiye qebûlkirin ev e: c²=a²+b²

Wêne: Ev kevala ji kîlê ya 3 hezar û 600 - 3 hezar û 900 salî, delîla herî kevin a tê zanîn e ya ku nîşan dide ka formula Pîtagor di pratîkê de çawa hatiye bikaranîn. Yanî beriya Pîtagor bêhtirî hezar salan. © UNSW Sydney

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.