Cara pêşîn deriyê nekropolekê vekirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Mijdar 2023 - 00:25

Vatîkanê ev cara pêşî ye ku destûrê dide xelkê da ku li nekropolekê bigerin. Deriyên Nekropola Via Triumphalis di 17’ê Mijdarê de hatin vekirin. Ev nekropol yek ji gorên antîk ê serdema Romayê ye. Di hundirê nekropolê de lahîtên ji mermer, gorên servekirî, mozaîk û freskên Romayî hene.

Gorên antîk û berhemên din ên ku di hundirê nekropolê de ne, xwedî dîrokeke kevnar in. Ev berhem, piştî Mîladê di navbera sedsala 1 û 4’an de hatine çêkirin. Pisporê Muzeyên Vatîkanê Leonardo Di Blasi got; “Ev nekropol koleyên bajarê Romayê, mirovên azad û sinehetkaran wî wextî temsîl dikin.” Hin ji van berheman jî weke milkên Împerator Nero hatine qeydkirin.

Nekropola ku deriyê wê li xelkê hatiye vekirin, li derveyî Romayê ye. Ev nekropol di dema lêkirina avahiya “Autoparco Vatikan” de derketibû holê. Di sala 2003’yan de beşa Santa Rosa derxistibûn holê.

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.