Gelo kevintirîn pîramîd ev e?

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 23 Mijdar 2023 - 01:00

Gunung Padang avahiyeke megalîtîk ya dêwane ye. Ev avahiya li Rojavayê Javayê li Îndoneziyayê dibe ku kevintirîn pîramîda tê zanîn a bi destê mirovan be. Her diçe delîlên vê yekê zêde dibin. Li gorî lêkolînên dawiyê, ev avahî hem ji pîramîdên Misrê û hem jî ji perestgeha li Girê Miradan a li Xirabreşkê jî kevintir e.

Komeke arkeolog, jeofizîkvan, jeolîjîst û paleontologan, lêkolîn kirin li ser avahiya li Gunung Padangê û dibêjin, gelek delîl hene ku nîşan didin ev kevintirîn pîramîda tê zanîn a li dinyayê ye.

Komê meqaleya xwe ya li ser lêkolînê di kovara Archaeological Prospection de Cotmeha bihurî weşand. Li gorî vê Gunung Padang yan jî “çiyayê rohniyê” li ser volkaneke vemirî hatiye avakirin. Ew di serdema qeşayî ya dawiyê de yanî di navbera 25 hezar û 14 hezar salan de hatiye avakirin. Kom wiha dihizere ku ev pîramîd herî kêm beriya bi 16 hezar salan hatiye avakirin û dibe ku kevintir jî be. Lê paşê, beriya mîladê di navbera 7 hezar 900 û 6 hezar û 100 salan de komeke din a mirovan tebeqeyeke din lê zêde kiriye. Tebeqeya beriya wê, ji kevirên verotî yên volkanîk pêk dihat. Paşê jî beriya mîladê di navbera 2 hezar salan û hezar û 100 salan de komeke din erd û kevir û hin hêmanên din avêtine serê.

Komê hem radar bi kar anî û hem jî ji binê erdê nimûne wergirtin û kevir analîz kirin. Bi rêya teknîka karbonê ya diyarkirina temenê avahiyan, gihiştine wê encamê ku gelekî muhtemel e ku “Gunung Padang” kevintirîn pîramîda dinyayê be.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.