Em li şaristaniyên kevin binihêrin, em dibînin, bêyî çemên li dora xwe nedibûn şaristanî. Misra kevnar jî ne îstîsna ye, heta ji bo wê Nîl şert bû. Heger Nîl nebûya, şaristaniya Misrê jî çênedibû. Jixwe piştî neolîtîka Misrê bi gelekî jî, em di berhemên hunerî û hiyeroglîfên mezelan de, nîşanên vê yekê dibînin. Li hin deverên çandinî lê dihat kirin, baran bi kêrî çandina dexl dihat, lê li Misrê, baranê têra çandiniyê nedikir, ji ber wê avdana bi Nîlê, bivênevê bû.
NAVENDA NÛÇEYAN