- Komeke arkeologan li bajarê Luksor ê Misrê, toz û dûmana bi salan a li ser teswîreke ku “sersalê” temsîl dike, rakirin. Ev teswîr weke sehneyekê ye û niha bi rengên resen tê xuyanê. Ev teswîr nîşan dide ku xelkê ji mêj ve “sersal” pîroz kiriye.
Arkeolojî her tim bi pey tiştên di kûrahiya dîrokê de hatine veşartin, dikeve û li berhemên ku di bin erdê de hatine jibîrkirin yan jî windakirin, dikole. Yanî mirov dikare, wê weke lêgerîneke ber bi dîrok û mîrateya mirovahiyê ve jî binirxîne. Hin caran jî, arkeolojî tiştên balkêş ên ji rabuhiriyê mane kifş dike û bi vî awayî em çêtir ji rabuhiriyê fêm dikin. Di vî warî de nexasim kolanên arkeolojîk ên li Misrê navdar in; ji ber ku gelek perestgeh û mezelên Misra kevnar, piştî hilweşîna împaretoriyan, di bin erdê de mabûn. Her çiqas hin ji wan derketibûn holê jî hîna jî ji bin erdê berhemên nû derdikevin û her roj tiştekî nû tê kifşkirin.
Komek arkeolog, ev bû qederê 5 salan ku li Misrê bi pey berhemekê ketibû û dixwest vê berhemê bi awayekî xweşik paqij bike û nîşanî xelkê bide. Ji ber ku berhema ku dixwestin paqij bikin, bi qirêj û toza salan hatibû nixumandin. Ev berhema ku wan ji nû ve paqij kir û biriqand, yek ji wan teswîrên “Sersalê” bû; sersala kevnar a ku li Misrê dihat pîrozkirin. Ev berhem li “Perestgeha Esna” li ser dîwarekî hatibû bicihkirin û xwedawendên weke Orîon, Sîrîus û Anukîs temsîl dike; ev her sê xwedawend jî ji xwedawendên girîng ên serema şaroistaniya Misra kevnar bûn. Berhema ku ji hêla arkeologan ve hatiye paqijkirin weke sehneyeke filmekî hatiye sêwirandin û xwedawend di vê sehneyê de sersalê pîroz dikin. Ji vê sehneyê em têdigihîjin ku ji mêj ve “sersal” li Misre kevnar weke rîtûelekê hatiye pîrozkirin.
Cara yekem bi rengên resen
Perestgeha Esna li Başûrê bajarê Luksor ê Misrê ye. Her çiqas hin hêlên perestgehê rûxiyabin û hatibin xwarê jî hin hêlên wê yên ku li ser piyan mane jî hene. Hêla ku hilneweşiyaya û li ser piyan disekine, ew hêl e ku di wextê serweriya Roma de hatiye çêkirin û weke “pronaos” tê zanîn. Li gorî arkeolog didin zanîn, baş nayê zanîn ka ev perestgeh ji bo kîjan xwedawendî hatiye çêkirin. Lê heger ew toz û gemara li ser dîwaran bi temamî rakin û paqij bikin, belkî karibin derbarê vê yekê de hin agahiyan piştrast bikin. Lê ji bo ev agahî piştrast bibin wextekî dirêj divê, ji lewma tenê ji bo ku ev sehne ango teswîra “sersalê” were paqijkirin, arkeologan 5 salan li ber daye û ji bo ev kar pêk were 30 arkeolog xebitîne. Zanîngeha Tubingenê ya ku tevî Wezareta Çand û Berhemên Kevn ên Misrê projeyê bi rêve dibe, derbarê meseleyê de got; “Toza li ser gelek fîgûr û temsîlên astronomîk hate rakirin û em cara yekem van berheman bi awayekî paqij, bi rengên wan ên resen dibînin.”
Fîgûrên rengîn ên ‘sersalê’
Arkeolog didin zanîn ku 7 beşên tematîk ên esreqa “Perestgeha Esna” hene û di navbera van beşan de “Sothis” yanî sehneya “sersalê” ya ku Sîrîus û Orîon temsîl dike, heye. Ev temsîl di warê zanîna astonomiyê ya Misra Kevnar de hin tiştan rave dike. Profesor Christian Leitz ku li Zanîngeha Tubingen dixebite, dibêje; “Sîrus ji bo ku ji nûve ji Rojhilat bilind bibe, 70 şev û rojan li asîman nayê dîtin. Ev jî îşaret bi ‘Roja Sala Nû’ dike û her wiha derbarê lehiyên Çemê Nîl’ê de jî xeberên nû dianîn. Îlaheya Anukîs jî hatiye teswîrkirin, piştî vê bûyerê yanî ‘sersalê’ bi 100 rojan, lehiyên Çemê Nîlê bi dawî bûne û her tişt veguheriye rewşa berê. Li ser teswîrên esreqa perestgehê, her wiha xwedawendekî ku xwedî çar seriyê beranan e jî heye. Dîsa şêrekî ku çar perên wî hene û serê wî jî weke serê beranan hatiye teswîrkirin, heye. Yanî fîgûrên bi vî awayî ku her yek tiştekî temsîl dike, gelek in.”
Toz û dûmana salan radikin
Arkeolog dibêjin, hîna gelek kar hene li pêşiya wan û ew ê di siberojê de bi teswîrên li ser dîwarên perestgehê dakevin û wan jî paqij bikin. Profesor Christian Leitz dide zanîn ku ji bo wan paqijkirina esreqa perestgehê karê herî muhim e û dibêje, “Paqijkirina esreqa perestgehê û restorasyona wê, pêvajoya herî girîng a vê projeyê ye. Di salên li pêşiya me de jî emê hewl bidin toza li ser dîwarên Pronaos rakin û stûnên din ên perestegehê ku di nav tozê de mane paqij bikin. Heger ev stûn û dîwarên mayî werin paqijkirin em ê gelek sehneyên bi vî rengî û fîgûrên cudatir bi rengê wan ên resen bibînin.”
Sersala zivistanê û Şeva Çile
Pîrozkirina sersalê di çile de ne adeteke nû ye. Heta weke yekê ji adetên herî kevin ên rîtuelên salê jî hinek wê dinirxînin. Lewma Şeva Çile (Şev Çile, Şeva Yelda) ku 21 Kanûnê ye ji mêj ve weke yekê ji cejnên pîroz ên elaqedarî salnameyê dihat pîroz kirin. Ew şeva herî dirêj a salê ye û esas wê nîşevê, êdî roj zora şevê dibe: roj êdî dirêj dibin, şev jî kin dibin. Ji bo wê gelek çîrok jî tên gotin û elaqeyan van çîrokan ilehî bi heyv û rojê re heye. Di yekê ji van çîrokan behsa dilketina hev a heyv û rojê tê kirin û ka çawa destê wan negihîje hev. Guherîna dirêjiya şev û rojê jî weke encama vê lihevgerînê ye:
Dibêjin heyv dil ketiye rojê û roj jî dil ketiye heyvê. Her du di demên xwe de derdiketin derve. Rojê bi roj û heyvê jî bi şevê karê xwe dikir. Ji ber hindê, herduyan nedişiya hev du bibînin.
LUKSOR