Qesra wenda li hewşa malê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 13 Kanûn 2023 - 00:17

Komeke ji arkeologên amator, li gundê xwe Northamtonshire yê Ingilîstanê, beriya çendekê, li hewşa malekê, bermahiyên avahiyeke kevnar dîtibûn. Niha Derket holê ku ew bermahî yên qesreke ji qesra Xanedana Tudor bûye. 

Serokê Civaka Dîrokî û Parastina Mîrateyê ya Collywestonê Chris Close dibêje “Gelek ji me dihatin vir, ji xwe dipirsîn gelo ew qesra wenda [ya Xanedana Tudor] li vî gundî ye yan na, gelo rastiye yan efsane ye! Me tenê dixwest wê bibînin.” Gava hewşa malekê kolan jî bi ser bermahiyên qesrê ve bûn. 

Lê mirov helbet nizane ka ew qesr e yan na: “Lê em komek amator bûn. Pereyên me nebûn, pisporiya me nebû, ti plana me nebû, ti sêwirandina me ya hunermendî ku pê em rêya xwe dewam bikin, nebû, û ji ber qesrê jî tiştekî nemabû. Tenê dilsafîtiya me û karê giran kir ku em karibin vê bibin serî.”

Dever bi çavdêriya jeofizîkî û radara binê erdê hat tesbîtkirin. 

Qesr di sedsala 15´an de navdar bû û lê gelek bûyerên dîrokê qewimîbûn. Lê di sedsala 17´an de piştî ku hat valakirin, qesr kavil bû û ji ber tiştek nema. Paşê hin qismên ku weke dîwarên wê yên derve hatin qebûlkirin hatibûn dîtin. Lê Adara bihurî arkeologên amator, bermahiyên avahiya qesrê bi xwe di hewşa malekê de dîtin. 

Esas van amatoran, karekî ku qederê 100 hezar euro lê biçin bi tena serê xwe kir û mesrefa wan jî li gorî Cgris Close dibêje, tenê qederê 15 hezar Euroyan bûye. Axir arkeolojî jî bê dewlet dibe.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.