Kûpên ‘dolia’ û çêjna meya antîk

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 00:36

Kesên ku di serdema antîk de dijiyan ji avê bêhtir mey vediwxarin ji lewma hin caran av weke meye paqij nedibû. Ji ber vê yekê çêkirina meyê û her wiha vexwarina wê weke çandekê bi cih bûbû di nav xelkên serdema antîk de. Di serdema împeratoriya Romê de jî tê zanîn ku xelkê gelekî mey vedixwar. 

Arkeolagan di van demên dawî de li meyên kevn ên serdema antîk kolan û tehma meyên wî zemanî derxistin holê. Bi vî awayî mirovên îro dikarin herin rabhuriyê û li tehma meya serdemên antîk binihêrin.

Li gor agahiyên ku di kovara “Antiquity” de hatine belavkirin meya Romiyan xwedî tehmeke bi biharat bû. Bêhna nanê sorkirî, sêv, gûzên qelandî û koriyê ji meya wan dihat. Her wiha rengê meya wan di renge porteqalan de bû. Lê ji bilî vî rengî li gor tiriyên ku bikardianîn rengê meya diguherî. 

Arkeologên ku vê xebatê birine serî gotin; “Li gor rêbaz û teknîkên ku me di gotara xwe de parve kiriye Romî meyên pirr bi çêjn ên ku bi salan tiştek bi serê wan nedihat çêdikirin.” Romî meya xwe di kûpên bi navê “dolia” de diparastin. Kûpên dolia di serdema Împeratoriya Romê de li gelek malan hebûn. Kûpên dolia dişibin kûpên bi navê “qvevri” ku îro jî ew li Gurcistanê tên bikaranîn.

Taybetmendiya van kûpan ji tankên çelîk ên nûjen pirr cuda ye. Rêbaza veşartina meyê ya serdema antîk dikir ku mey hîn xweşiktir û bi çêjn bimeye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.