Li navçeya Erxeniyê ya Amedê, di dema kolandina gorekê de mozaîkek bi qasî 35 metroyî ye ku tê texmînkirin ji kêliyên dawîbûna serdema Romayê û destpê hikumdariya Bîzansan e, hat dîtin. Di mozaîkê de motîfa Stêrka Dawid a bi xaçekî re têkildar û nivîseke daxwaznameyî ya şeş rêzik bi Yewnaniya Kevin hatiye nivîsandin, hat dîtin.
Bûyer di 8’ê adara 2025’an de li taxa Ozbilek a Erxeniyê di dema binaxkirina miriyekî de derket holê. Xelkê taxê ku dema gorekê dikolin, li binê gorê şopên dîrokî dîtin û rewşa hanê wekî agahî dan rayedaran. Piştî agahiyê, yekîneyek pispor ji Gerînendetiya Muzeya Amedê hat cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kir. Di nirxandinên destpêkê de hat diyarkirin ku bermahiyên mozaîkê xwedî nirxeke dîrokî ne û ji kêliyên dawîbûna serdema Romayê û destpêkirina hikumdariya Bîzansan e. Bi vî awayî mirî li cihekî din hat binaxkirin û pêvayoya destûra pêwîst ji bo kolandin û rizgarkirina cihê dîrokî hat destpêkirin.
Stêrka Dawid û Motîfa Xaç bi hev re ye
Di 11’ê adarê de dest bi kolandinan hat kirin û piştî nêzî sê hefteyan, qada mozaîkî ya 35 metreyan bi temamî hat xuyakirin. Tê texmînkirin ku kevirên mozaîkê, zemîna qesrekê an avahiyeke din a wê serdemê ye. Di mozaîkê de ku bi motîfên geometrîk hatiye xemilandin, hûrgiliyên herî balkêş Stêrka Dawid a bi motîfa xaçekî re hevpar e û daxwaznameyeke şeş rêzik bi zimanê Yewnaniya Kevin hatiye nivîsandin e.
Rayedarên Gerînendetiya Muzeya Amedê diyar kirin ku ji ber ku qada mozaîkê di nav sînorên Bajarê Antîk de ye, biryar hat dayîn ku li cihê xwe bê parastin. Mozaîk bi birandayên taybet û materyalên parastinê yên wekî jeotekstîlê hat pêçan û heta kolandinên berfireh di bin parastinê de hat girtin. Tê bawerkirin ku ev vedîtina girîng dê ronahiyê bide ser dewlemendiya dîrokî ya herêmê.
DIYARNAME