Mozaîka hatibû dizîn dîsa vedigere Pompeî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 19 Tîrmeh 2025 - 00:35

Di rojên tarî yên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, mozaîkek 2 hezar salî ya ku ji bajarê kevnar ê Pompeyî yê Îtalyayê hatibû dizîn piştî 80 salan dîsa derkete holê. Berhemê ku wekî "xwedî eleqeyeke çandî ya awarte" hate binavkirin, bi rêyên dîplomatîk ji Elmanyayê çû Parka Arkeolojîk a Pompeyî ya li Napolî.

Hebûna mozaîkê piştî ku xizmên Elmanyayekî mirî bi ekîba parastina mîrata çandî ya Carabinieri ya Îtalyayê ya li Romayê re têkilî danîn û pirsîn ka ew ê çawa mozaîkê radestî dewleta Îtalyayê bikin, derkete holê. Pêvajoya vegerandinê ji hêla konsulxaneya Îtalyayê ya li Stuttgartê ve hate birêvebirin. Hate ragihandin ku xwediyê mozaîkê, ew di dema şer de ji kaptanekî Wehrmachtê yê ku di zincîra dabînkirina leşkerî ya li Îtalyayê de kar dikir, wekî diyarî wergirtibû.

Çavkanî nayê zanîn

Mozaîka ku ji serdema Romaya Kevnar maye du evîndaran tesfîr dike. Li gorî pisporan, ev berhem belkî zemîna odeyeke razanê ya li maleke li Pompeyî xemilandiye. Mozaîk beriya salan di dema peywira leşkerî ya li Îtalyayê de ji kaptanekî Nazî yê ku di Wehrmachtê de kar dikir re wekî diyarî hatibû dayîn. Piştî mirina efser, berhem bi rêya mîrasê ket destê xizmên wî. Lê belê xizmên wî, piştî ku hay ji nirxê mozaîkê çêbûn, bi Yekîneya Parastina Mîrata Çandî ya Carabinieri ya Îtalyayê ya li Romayê re têkilî danîn û ragihandin ku ew dixwazin mozaîkê bi rêyên qanûnî vegerînin.

Rayedarên Îtalyayê, piştî ku orîjînalbûna mozaîkê û girêdana wê bi Pompeyî re piştrast kirin, vegerandina wê ji bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi rêya Konsulxaneya Îtalyayê ya li wir organîze kirin. Hate ragihandin ku mozaîk dê bi awayekî demkî li Muzeya Pompeii Antiquariumê bê nîşandan.

Rêveberê Parka Arkeolojîk a Pompeyî Gabriel Zuchtriegel diyar kir ku agahiyên zelala di derbarê mozaîkê de nînin û got; "Çavkaniya wê belkî tu carên bi temamî neyê zanîn. Lê belê em ê analîzên arkeometrîk bikin da ku orîjînalbûna mozaîkê piştrast bikin û çîroka wê ya rabihuriyê bi qasî ku gengaz e ronî bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.