Bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê navenda çand, rewşenbîrî û hunerê ye. Tevî guherîn û veguherînên binesazî û avahîsaziyê jî li gelek taxên kevn deriyên kevnar û hunerî hebûna xwe diparêzin. Jinên hunermend bi projeyekê hunerî ya grafikê wan deriyên kevn dixemilînin da ku çanda Kurdî biparêzin.
Jinên şêwekar Dilpak Xidir û Mamosteya Hunera Seramîk Soz Heme Salih derbarê kar û projeya hunerî de axivîn.
Dilpak Xidir a xwediya projeyê ye destnîşan kir ku dema wan li deriyên kevn ên taxên li Silêmaniyê nihêrîne pirr bala wan kişandiye û got: “Ji bo wê me hewl da ku van deriyan bi rengek nû bidin nîşandan. Bi rengekê nîşanî ciwanên siberojê jî bidin ji bo bizanin çanda bajar, sembol û nasnameya wan çiye?”
Jin çanda Kurdî diparêzin
Şêwekar Dilpak Xidir diyar kir ku ew ji amûrên kevn sûd werdigirin û dîsa deriyên kevn çêdikin ji bo weke xwe bidin nîşandan û got: “Du armancên me di warê hunerî ya şêwazê çêkirina deriyan de heye, ya yekem deriyên vekirî ya duyem jî nivîsînên li ser dîwaran in. Her du wê bi hev re dîmenek xweşik ava bikin.” Dilpak Xidir bibîr xist ku jinên li Başûrê Kurdistanê bi mebesta zindîkirina çanda Kurdî dest bi parastina çanda civakê kiriye û got: “Parastina çandê pir girînge. Heta astekê ev pêş ketiye. Divê jin di vî warî de karê xwe dewam bike û vê bigihîne ciwanên siberojê.”
Her netew bi hunera xwe heye
Mamostaya Hunera Seramîkê Soz Heme Salih jî anî ziman ku nûkirina deriyên kevn ên li Silêmaniyê ji bo vê çanda bajar bigihînin nifşên nû û got: “Derî tim xwedî taybetmendiyeke cuda ye, nexasim gava mirov bi çavekî hunerî li van deriyan dinihêre ev derî taybetmendtir dibin.” Soz Heme Salih destnîşan kir ku parastina çandê ji bo her neteweyekê xwedî nirx û taybetmendiyeke cuda ye, her netewe bi rêya hunerê çanda xwe dide nasîn û got: “Parastina çandê pir girînge. Her neteweyek çanda wê nemîne, ew jî tine dibe.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ