TAJÊ li Sinûnê perwerdeya zimên dide

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 1 Tîrmeh 2024 - 00:43

Meclisa TAJÊ ya Sinûnê ji bo endamên meclîsê fêrî zimanê dayikê bibin, dewreyeke perwerdeya ziman vekir. Jinên tevlî perwerdeyê bûn, kêfweşiya xwe anîn ziman û behsa girîngiya fêrbûna zimanê dayikê kirin.

Meclisa Tevgera Azadiya Jin a Sinûnê (TAJÊ), ji bo endamên meclîsê fêrî zimanê dayikê (latînî) bibin û bikarin xwe perwerde bikin, li meclîsê perwerdeya ziman dide.

Perwerdeya 15 rojî da destpêkirin û di roja 15’an de bi dawî bû. Di dawiya perwerdeyê de jin fêrî tîpên Kurdiya Latînî bûne. Ji her temenekî jin tevlî perwerdeyê bûn û perwerde jî serkeftî bi dawî bû.

Em bi zimanê xwe serbilind in

Endama Meclisa Jin a Sinûnê Viyan Nayîf ku tevlî perwerdeya ziman bûye, kêfxweşiya xwe ya ji perwerdeyê tîne ziman û wiha dibêje: “15 roj in em perwerdeya zimanê dayikê dibînin. Divê em xwe fêrî zimanê dayîkê bikin û pê serbilind bibin. Perwerdeya me xweş bû û mamoste jî xweş da. Serkeftinê ji hemûyan re dixwazim.”

Divê em fêrî zimên bibin

Mehran Şengalî jî diyar kir, perwerdeya wan gelek xweş derbasbûye û got, “Perwerdeya me gelek xweş bû û mamoste jî xweş fêrî me kir. Divê herkes fêrî zimanê dayikê bibe, ji ber girîng e. Divê hemû zarok jî fêrî ziman bên kirin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.