Şirnexê difetisînin

Çarşem 10 Tebax 2022 - 22:18

  • Hat zanîn ku di van du salên dawî de tenê li Bestayê 500 hezar ton dar hatine birrîn. Qirkirina darên hem li Cûdî hem jî li Bestayê di bin berpirsiyariya cerdevanên ji malbata Babat de ye.

AZAD ALTAY / AHMET KANBAL / MA / ŞIRNEX

Cerdevanan li herêma Bestayê di 2 salan de 500 hezar ton dar birrîn û bi destûra Midûriyeta Bajêr a Daristanê, tonek dar bi hezar û 175 lîreyî difiroşin. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz diyar kir ku ew ê doza daran bibin DMME’yê û got: “Ji ber ku ev talankirin li Şirnexê ye, çav kor in û guh kerr dibin.” 

Li herêma Şirnexê, piştî salên 2000´î cara ewil birrîna daran sala 2019’an li Çiyayê Cûdî dest pê kir. Li Cûdî bi hinceta “ewlehiyê” ji bo rêyên diçin qereqol û kalekolan bi sedan dar hatin birrîn. Her wiha bi heman hincetê ji bo birrîna darên li kêleka rê cerdevan hatin wezîfedarkirin. Cerdevanan ne tenê darên li derûdora rê, hema kîjan dar ket ber wan, birrî. Li gundên Cifanê Gundikremo, Nêvava, Nerex, Gilindor û Bêşêrê yên li qûntara Çiyayê Cûdî, bi hezaran dar hatin birrîn.

Darên li deverên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî jî hatin birrîn. 

Qirkirin bi dawî nebûye, di dema pêşiya me de qirkirina daran li serê Çiyayê Cûdî li qada daristanê wê bê berfirehkirin û paşê jî dê li lûtkeyê kalekol û baregeha leşkerî were avakirin. 
 
Piştî Cûdî daran li Bestayê qir dikin

Piştî birrîna daran a li Çiyayê Cûdî, bierîna daran li Bestayê ya di navbera Şirnex û Sêrtê de li cihekî fireh hat destpêkirin.

Ewilî ji bo kalekol û baregehên leşkerî rêyên nû hatin çêkirin. Piştre jî li deverên ku rêya kalekol û baregehên leşkerî tê re derbas dibe, birrîna daran dest pê kir. Li gundên Cinîwer, Xerbigê, Bestin, Navyan, Bêlûzer, Şerevan û Rîsor û qadên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girê Derîncê bi deh hezaran dar hatin birrîn. Li hin deveran darek jî nehatiye hiştin û li hin deveran jî hê jî qirkirina daran dewam dike. 

Beriya qirkirina daran, cerdevan û leşker ji bo birrîna daran diçin cih tesbît dikin. Li ser biryardayînê li van cihên tesbîtkirî tê diyarkirin ka aydê kî ye. Cerdevan xwe digihînin xwediyên eraziyan û du rêyan datînin ber wan: ‘Yan hûn ê darên xwe bibirrin, yan jî em ê bibirrin’. Wexta ku cerdevan van daran dibirrin, beramberî traktorek dar 300-400 lîre pere teklîfî xwediyên erdan dikin. Welatiyên ku teklîfa ewilî qebûl dikin destûra wan tê dayîn ku biçin deverê. Yên ku teklîfê qebûl nakin, bêyî daxwaza wan pere radizînin ser hesabên wan ên bankayê. 

Rojê heta bi hezar û 200 tonî

Darên birrî pêşî bi traktoran tînin nêzîkî bajêr û ji wir jî bi kamyonan ji ser rêya Sêrtê û Çiyayê Çilnimêja dişînin bajarên din. 

Di çavdêriya leşker û cerdevanan de rojane 100 traktor dixebitin û rojê sê seferan dikin. Rojane di navbera hezar û hezar û 200 ton dar tên veguheztin. Hin rojan ji ber çêkirina xebata rê ev hejmar hindik dibe û hin rojan jî qirkirina daran li deverê zêdetir dibe. Li gorî agahiyên me, tenê li Bestayê di nava 2 salên dawî de 500 hezar ton dar hatine birrîn. 
 
Tonek bi hezar û 750 lîreyî

Cerdevanan berê hemû mesref di nav de ji bo tonek dar hezar û 650 lîre dixwestin. Lê belê çend mehên dawî tonekê bi hezar û 750 lîreyî difiroşin. Di nav vî buhayî de neqliyeya ji bo bajarên wek Riha, Dîlok û Mereşê jî heye.

Cerdevanên ji qirkirina daran berpirsiyar in. Rojê nêzîkî 250 lîre pere didin xîzarvanan û kesên daran bar dikin û yên birînê dikin û operatör jî serê tonê pere digirin. 

Midûriyeta Daristanan a Bajêr ji bo her wesayîtê di navbera 4 û 6 hezar lîre de fîşan ji cerdevanan re dibirre. Bihayê fîşan li gorî giraniya li wesayîtan tê barkirin diguhere.  

Li herêma ku dar lê tên qirkirin nêzî 300-400 kes dixebitin. Nîvê van cerdevan in. Yên mayî jî xizmên cerdevan in. Yên cerdevan, ji aliyê dewletê ve “wezîfedarkirî” ne û rojane 100-200 lîre pere li meaşê cerdevanan tê zêdekirin. 

Dar bi pirranî li Riha, Dîlok û Mereşê tên firotin. Bazirganên êzingan ên Mêrdîn û Amedê û hin firinên Şirnexê jî van daran dikirin. Wekî din daran bi kamyonan dibin baregehên leşkerî yên li Şirnexê jî. 

 
Daristan qelandin

Têkildarî mijarê baroya Şirnexê du caran rapor amade kir. Di raporan de hat tespîtkirin ku ji ber birîna daran a di navbera sibata 2021’an û îlona 2021’an de, ji sedî 8 a daristanên Şirnexê tine bûne. Baroyê di miracaeta xwe ya ji bo Midûriyeta Daristanan a Bajêr de pirs kir, ka heta niha ji bo birrîna daran çend îhale hatine dayîn, ev îhale li gorî kîjan usûlan hatine kirin, kê îhale wergirtine û bi kîjan sedemê hatine dayîn.  

Komîsyona Hawirdorê ya Baroyê di heman demê de miracaetî Greenpeace, Komeleya Xwezayê, Weqfa Parastin û Danasîna Hawirdor û Nirxên Çandî, Komeleya Parastina Tabîeta Tirkiyeyê, WWF-Turkiye (Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî) û Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî - UNEP’ê da û daxwaza piştevaniyê kir. Greenpeace'ê bersiv da û got, “Ev mijar nakeve ber pisporiya me.” 

Têkildarî qirkirina daran Midûriyeta Daristanan a Şirnexê herî dawî got; “Me destûra birrîna daran da. Ji ber ku herêma ewlehiyê ye, em nikarin xwe têkil bikin. Leşkeran xwest û me jî destûr da.”

 

Çav kor û guh kerr bûne

Têkildarî çarçoveya hiqûqî ya birrîna daran Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz qala hewldanên baroyê yên di nava van du salan de kir û got, “Ti bersiv nedan miracaetên me. Bêyî ku bi pêvajoya ‘qanûnî’ bikin, bi awayekî bêperwa dar qir kirin. Li dijî qirkirina daran a li deverên din ên welêt bertek zêde bûn lê dema li Şirnexê tên qirkirin, her kes kor û kerr dibe.”

Dîlsîz got, “Ev qirkirin di bin navê ‘ewlehiyê’ de tê kirin, lewma astengiyan derdixînin. Bi qasî ku em fêm dikin, qet li gorî prosedûra qanûnî ya Qanûna Daristanê tevnegeriyane. Nedane îhaleyê. Hinek hêzên li wê herêmê qadekê bêdar dihêlin.

Ji me re gotin; ‘rêya Şirnex-Wanê tê çêkirin lewma xebatên birrîna darkirinê tên meşandin.’ Rewşeke wiha nîne. Darên tên birrîn bi mebesta rantê tên firotin. Hewldanên me yên li dijî vê dê heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) jî bidomin. Em dixwazin ku xwediyên erd miracaetî me bikin û em amade ne ku piştgiriya hiqûqî bidin wan.” 

Kontra gerîla organîze dike

Qirkirina darên hem li Cûdî hem jî li Bestayê di bin berpirsiyariya cerdevanên ji malbata Babat de ye. Ev malbat ji Qilebanê ye. Serkêşê wan ango sercerdevanê wan Hazim Babat e û ev kes di nava “Tîma Xencerê” de cih digire. Birrîn û firotina daran ji aliyê Hazim Babat û malbata wî ve tê kirin. Xizmên Hazim Babat, M. Babat, C. Babat, Î. Babat, H. Babat, Ş. Babat, Î. Babat, B. Babat û E. Babat'ın ji birrîn û firotinê berpirsiyar in. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.