Koçber doza vegera bi ewle dikin
Sêşem 21 Cotmeh 2025 - 03:10
Koçberên Serêkaniyê yên li bajarê Til Temir dimînin, bi lêv kirin ku li gel hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ew nikarin vegerin warê xwe. Koçberan dan zanîn ku ew vegera bi rûmet û aram dixwazin.
Koçberên Serêkaniyê yên li bajarê Til Temirê bi cih bûne berdewama dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji gund û bajarê xwe re şermezar kirin û gotin ku vegera rast bi hebûna dewleta Tirk û çeteyên wê ne mumkin e pêk were. Koçberan destnîşan kir ku ji bo karibin vegerin ser warê xwe divê deweleta Tirk û çeteyên wê tavilê ji herêmên wan derkevin û saziyên Rêveberiya Xweser vegerin cihê xwe.
Koçberê bi navê Emîn Ebdo yê ji gundê Reşîdê ya Serêkaniyê derbarê mijarê de hestê xwe wiha derbirî: “Em vegereke bi ewle dixwazin. Divê mafê me û rûmeta me parastî be. Tenê em ê di bin rêveberiyeke sivîl a girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk karibin vegerin cih û warê xwe.”
Jina koçber a bi navê Necma El Ehmed ya ji bajarê Serêkaniyê têkildarî mijarê got ku bi hebûna dewleta Tirk û çeteyê wê ya li Serêkaniyê ne mumkin e em behsa vegerê bikin û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk û çeteyên xwe hîn hemû cûreyên binpêkirinan pêk tînin. Em hemû di hêviya vegerê de ne. Lê tenê em vegerek bi ewle û rûmeta me tê de parastî be hêvî dikin.”
Nemca El Ehmed, li ser zehmetiyên jiyanî jî wiha axivî: “Em li vir di rewşeke jiyanî ya zehemt de ne. Tiştek tune ye, em di zoriyê de ne, lê rûmeta me parastiye. Xelkên li wir mane rojane bi tirs in û di bin gefa binpêkirina çeteyan de ne. Vegera me divê bi rizgarkirina bajar be.”
Koçberê bi navê Ebdulezîz El Salim ê ji gundê Inêg El Hewa ya Serêkaniyê derbarê mijarê de hestê xwe bi van gotinan anî ziman: “Em vegerê red nakin. Lê vegera ne diyar çawa dibe. Em ji ber dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne. Bi hebûna wan dê veger çawa pêk were. Gelek binpêkirin pêk anîn, komkujî derheqê gelê me de kirin.”
ANHA/HESEKÊ/ EBDULXENÎ EL HAMAN