Ew afirînerên jiyana azad bûn

Sêşem 21 Cotmeh 2025 - 03:50

  • HPG-NRÇ'ê 6 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got:"Ew bûn afirînerên jiyana azad û nû ku li Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan hate afirandin."

HPG-NRÇ'ê 6 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:"Di sala 2018'an de ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo tasfiyekirina gelê me û têkoşîna wê ya azadiyê berxwedaneke bi heybet hate kirin, hevrêyên me Rehşan, Şîndar, Ferat, Argeş, Awyer û Brûsk pêşengî ji vê berxwedanê re kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi hurmet û minet bi bîr tînin. Hevrêyên me Rehşan, Şîndar, Ferat, Argeş, Awyer û Brûsk ku li hemberî jiyana koletiyê ya li gelê me dihate ferzkirin serî hildan, tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bûn û di her kêliyê de bi rengekî fedaî jiyan û têkoşiyan, weke ewladên herî hêja û rûyê pak ê gelê me cihê xwe di dîrokê de girtin. Zanîbûn ku azadî bê berdêl nabe, lewma ji bo têkoşîna xwe bi ser bixînin bi şev û roj, bêrawestan û bêyî li hêviya tiştekî bimînin têkoşiyan. Van hevrêyên me yên hêja bi jiyana xwe ya dilnizm, bi kesayetiya xwe ya ji dil û bi sekna xwe ya asî ya ku li ber dijmin serî neditewandin, li Kurdistanê bûn afirînerên jiyana azad û nû ku bi pêşengiya jin û ciwanan hate afirandin. Weke hevrêyên wan em soz didin ku têkoşîna ku hevrêyên me Rehşan, Şîndar, Ferat, Argeş, Awyer û Brûsk ji me re hiştine, heta bicihanîna xewn û xeyalên wan bimeşînin û Kurdistana azad a ku armanca wan bû ava bikin.

Pêşengên jin û ciwanan

Hevrêya me Rehşan li navçeya Bazîd a Agiriyê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Di sala 2014'an de berê xwe da çiyê û li qada Tendurekê beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Rehşan weke milîtaneke YJA Starê bi hişmendiya mîsyona pêşengiyê têkoşiya û hem li nava jiyanê hem jî li qada şer kete nava hewldanek li gorî vê mîsyona xwe. Hevrêya me di nava jiyana xwe ya têkoşînê de bi rengekî çalak, kelecan û bi coş tevlî bû, bi van taybetmendiyên xwe moral da derdora xwe.

Hevrêya me Şîndar li bajarê Erdexan ê Serhedê jidayîk bû. Ji ber ku malbata wê ji welatparêziyeke xurt dihat, hîn biçûkanî bi nirxên neteweyî mezin bû. Di sala 2015'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Şîndar ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, bi kelecan û coşeke mezin tevlî karên pratîkê bû. Li herêma Xakurkê beşdarî kar bû; bi rengekî jîr, jêhatî, çalak û fedakar beşdar bû. Hevrêya me Şîndar ku aliyê xwe yê kedkar li pêş bû, gav bi gav xwe afirand. Hevrêya me ku şervaneke xurt a xeta azadiyê ya jinê û parêzvana wê bû, ji bo ev hişmendî bi hevrêyên wê re jî bi cih bibe têkoşiya.

Hevrêyê me Firat li navçeya Bêgirî ya Wanê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Di sala 2015'an de di pola duyemîn de zanîngeh terikand, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayetiya xwe ya wêrek, durust, bêhesab û kedkar bandoreke mezin li hevrêyên xwe yên têkoşînê kir û bû milîtanekî Apoyî ku ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Hevrêyê me ku xwe bi temamî da têkoşîna azadiyê û li ser xeta fedaîtiyê meşiya, ev yek di her kêliya jiyanê û li her qadê de bi pratîka xwe ispat kir.

Hevrêyê me Argeş li navçeya Milazgîr a Mûşê li nava malbateke welaparêz jidayîk bû. Di sala 2015'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Argeş bi şarezabûna xwe ya di gerîlatiyê de, bi serweriya xwe ya li qadê û kesayetiya xwe ya hesas milîtanekî Apoyî bû ku timî çav lê dihate gerîn, li herêma Xakurkê li gelek qadan têkoşiya. Ji ber vê yekê jî gelek qadên Xakurkê nas dikir, qad bi hemû detayên xwe zanîbû, ev taybetmendiyên xwe ji bo serketina her çalakiyê bi kar anî.

Hevrêyê me Awyer li yek ji navendên girîng ên Rojhilatê Kurdistanê li Sineyê, li gundê Jawaro yê welatparêz jidayîk bû. Di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Awyer nêzî salekê li Botanê wezîfe kir û piştre ji ber hin pêwîstiyan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrêyê me Awyer ku 5'ê Adara 2018'an şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû, bi dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê, bi israra xwe ya li ser parastina taybetmendiyên neteweyî û bi kesayetiya xwe ya ji dil, durust û kedkar li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê.

Hevrêyê me Brûsk li navçeya Erdîş a Wanê li nava malbateke ji eşîra Bekiran a Serhedê jidayîk bû. Di sala 2015'an de beşdarî nava refên gerîla bû. Bi kesayetiya xwe ya durust, wêrek û bi huner li nava hevrêyên xwe yên têkoşînê bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Brûsk ku li her qada jiyanê bi moral û timî bi tevger bû, bi van taybetmendiyên xwe hemû hevrêyên xwe tevlî ahenga jiyanê kir. Ji ber vê yekê jî bû milîtanekî Apoyî ku hevrêyên wî dixwestin pê re bin û têkoşînê bimeşînin."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Rehşan Ararat (Cansû Seferoglû), li Agiriyê jidayîk bûye, 20’ê Adara 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Şîndar Zîlan (Zîlan Avşar), li Erdexanê jidayîk bûye, 26’ê Adara 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Ferat Dijwar (Firat Agçakaya), li Wanê jidayîk bûye, 20’ê Adara 2018’an li Hêrêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Argeş Çiya (Serkan Kahraman), li Mûşê jidayîk bûye, 20’ê Adara 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Awyer Sine (Şaho Muhammedî), li Sine jidayîk bûye, 5’ê Adara 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Brûsk Çavreş (Sûat Kaya), li Wanê jidayîk bûye, 20’ê Adara 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.