Li Efrînê talana dewleta Tirk

Duşem 30 Çile 2023 - 17:26

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê û talanên xwezayê didomin.

Hate hînbûn ku çeteyên Firqet El Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li gundê Tilifê yê navçeya Cindirêsê 15 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Ewfa Subhî û 5 darên zeytûnan yê kesê bi navê Şîraz Nasan birrîne.

Çeteyên Sultan Murad li gundê Berav yê navçeya Şerayê 12 darên Mihemed Fewzî Xelîl, 12 darên Mistefa Xelîl û 12 darên Ziyad Xelîl birîn.

Li gundê Der Siwan ê navçeya Şerayê jî heman çeteyan, 200 darên zeytûn, qaç û behîvan ên kesê bi navê Henan Semo Ebûdan ji kokê rakirin.
Her wiha bi dehan darên li derdora baregeha leşkerî ya navçeya Mabatayê ji aliyê çeteyên Sultan Murad ve hatin birrîn. Dagirkeran ji serê salê ve li Efrînê zêdetirî 5 hezar dar birîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.