Em dixwazin vegerin malên xwe

În 30 Çile 2026 - 03:30

Li Girke Legê koçberên ji Efrînê bi darê zorê hatine koçberkirin, daxwaza rawestandina şer û vegera li Efrînê dikin.

Li bajarê Girke Legê koçberên ji Efrînê yên ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî li dibistan û navendên xizmetguzariyê dimînin, daxwaza rawestandina şer û vegera ewle dikin.

Yek ji koçberên ji Efrînê Rûken Xelo got: “Ev bûye 4 car em koçber dibin û di koçberiyê de me gelek ziyanên manewî û madî dîtin. Em hêvî dikin ku şer raweste û em bi ewle vegerin warê xwe. Em hêvî ji aliyên navneteweyî dikin ku bi me re bibin alîkar.”

Her wiha Mihemed Xemaş jî behsa zor û zehmetiyên koçberiyê kir û got: “Em 4 caran koçber bûn. Rêwîtiya me ya koçberiyê gelekî bi êş e, em bi rewşên felaket re rû bi rû bûn. Hêviya me ew e ku şer bisekine û em vegerin malên xwe.”

Lîna Silêman jî têkildarî rewşa wan a tenduristiyê axivî û got: “Keça min nexweş e û ez nikarim wê li nexweşxaneyê bihêlim. Ez bang li gelê Kurd dikim ku bi me re bibin alîkar û em vegerin malên xwe.”

Têkildarî rewşa jinan a di koçberiyê de Celîle Hesen axivî û got: “Di şer û koçberiyê de jin hîn zêdetir zehmetiyê dikişînin. Niha koçber li dibistanan dimînin û gelekî zehmetî hene. Ez bang li tevayî gelê Kurd dikim ku bibin yek û bi me re bibin alîkar da ku em vegerin malên xwe.”

ANHA/QAMIŞLO/ROHAT XELEF-KÎNAN EL SEYÎD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.