Çav berdan tapoyên Kurdan
Pêncşem 19 Çile 2023 - 00:57
- Waliyê dewleta Tirk ê Şirnexê, ji ber ku xwedî li mafên li ser erdên xwe derdikevin, gef li gundiyên Şirnexê xwar û got, “heger hûn xwedî li daristanan derkevin, em ê tapoyên we betal bikin.”
ZEYNEP DURGUT/MA/ŞIRNEX
Talankirina daristanan, birrîna daran a li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Cilênimêja yên ser bi Şirnexê bi destê cerdevanên Sêgirkê ya Qilebanê û leşkeran dewleta Tirk didome. Darên welatiyan bêyî agahiya wan têne birrîn. Malbatên ku li ser erdên wan daristan tên qirkirin, heta niha gelek caran miracaetên hiqûqî kirin, da ku ev talan bê rawestandin. Lê belê ev miracaet bêencam dimînin.
Malbatên ku ji bo pêşîlêgirtina talankirina daristanan têkoşîna hiqûqî dikin jî, dewleta Tirk bi rêya waliyê xwe gefan li wan dixwe. Yek ji van welatiyan jî Ahmet Koluman ê ji herêma Cîniwer a Bestayê ye.
Ahmet Koluman heta niha du caran miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, Fermandariya Leşkerî ya Şirnexê, Walîtiya Şirnexê, Baroya Şirnexê, Midûriyeta Daristanan a Şirnexê û Rihayê daye lê miracaetên wî hemû, bêbersiv hatin hiştin. Dema Koluman cara duyemîn miracaetî Walîtiya Şirnexê û Fermandariya Leşkerî ya Şirnexê kir, wan gef lê xwarin.
Darên li ser erdê me dibirrin
Ahmet Koluman, da zanîn ku darên li ser erdê wan ê tapokirî bêyî agahiya wan tên birrîn û got, “Li Bestayê ewilî li herêma Navyanê dest bi birrîna daran kirin. Li dijî vê hinek hewldanên me çêbûn. Min li gel gundiyên me, 2 caran miracaetî Serdozgeriya Şirnexê kir. Me 2 caran daxwazname dan Walîtiya Şirnexê, 2 caran miracaetî li Midûriyeta Daristanan a Şirnexê û Fermandariya Leşkerî ya Şirnexê kir. Lê me ti encam jê wernegirtin. Me ji bo vê mijarê, parêzerek girt û pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Doza me hêj dewam dike. Me tapoyên xwe teslîmî parêzer jî kirin. Lê Walîtiya Şirnexê bi betalkirina tapoyan gef li me xwarin. Wan ji me re got; ‘Heke hûn wiha dewam bikin, em ê tapoyên we betal bikin.’.”
‘Hûn nexwazin jî em ê daran bibirin’
Di berdewamê de Koluman anî ziman ku ew ê heta dawiyê li dijî tunekirina xwezaya herêmê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û got;“Çend mirovên xêrnexwaz hatine ketine nav darên me, benên me, gihûşkên me, karçînên me, tiriyê me dibirin. Li ser xwezaya me komkujiyê dikin. Li dijî vê gelê me jî bêdeng ma. Daxwaza me ji gelê me heye ku her kes destê xwe bide ber. Walî ji me re got; ‘Hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirrin. Pêwîst bike em ê 500 cerdevanan li wir peywirdar bikin da ku êdî hûn neçin wê derê jî. Bi zorê û xurtiyê jî be, em ê bibirrin. Ewlehiya leşker û cerdevanekî ji daristanên we çêtir e.’ Heke ku ev doza hiqûqî ya ku me daye destpêkirin encamê negire, pêwîst bike, em ê heta bi Ewrûpayê biçin. Ew bikujin jî û komkujiyê jî bikin, em dev ji doza xwe bernadin."
Divê em xwedî lê derkevin
Koluman, bêdengiya li dijî talankirina xwezaya herêmê rexne kir û got; “Ewilî li ser bajarên me komkujî kirin, talan kirin û wêran kirin û niha jî heman tiştî li ser dar û daristanên me dikin. Ew ji me re mabûn, lê wan jî qetil dikin. Tevî vê, em xwe bêdeng dikin. Çavkaniya me ya debarê ev ax e û me debara xwe li ser wê derê dikir. Dar bên birrîn, em nikarin sewalan jî xwedî bikin. ”