180 caran qirkirina daran rawestînin

Çarşem 17 Tebax 2022 - 22:30

  • Baroya Şirnexê ji bo birrîna daran bê rawestanin bang li xelkê kiribû. 

Baroya Şirnexê ji bo birrîna daran bê rawestanin bang li xelkê kiribû. Piştî vê bangê, 180 kesan daxwazname amadekirin û miracaetî walîtî û qeymaqamiyan kirin da ku birrîna daran bê rawestandin. Li aliyê din 25 pêşniyazpirsên parlamenterên HDP´ê yên elaqedarî mijarê jî bêbersiv hatin hiştin. 

Ev qederê 2 salan e ku di bin çavdêriya leşkerên dagirker de, cerdevan li herêma Besta û çiyayên Cudî û Gabarê yên Şirnexê daristanan qir dikin, daran dibirrin. Di nava du salan de bi deh hezaran dar hatin birrîn û ji bo firotinê ji Riha, Dîlok û Mereşê re hatin şandin. Saziyên sivîl, saziyên pîşeyî û welatî ji bo dawî li birrîna daran were, gelek caran hewl dan. 

Herî dawî Baroya Şirnexê bang li xelkê Şirnexê kiribû û daxwaznameyek parve kiribû. Wê ji welatiyan xwest ku ji bo qirkirina daran bê rawestandin miracaetî Walîtiya Şirnexê û qeymeqamtiyan bikin. Piştî vê bangê jî bêhtirî 180 welatiyan ji Şirnex, Cizîr û Silopiyayê ji bo qirkirina daran bê rawestandin, bi daxwaznameyan miracaetî Walîtî û qeymeqamtiyan kir. Ji van kesan 150 ji Şirnexê, 20 ji Silopiyayê, bêhtirî 10´an jî ji Cizîrê ne. 
 
Qeymeqamiyê ji det negirt

Muhammed Darga, xwest daxwaznameya xwe bide Qeymaqamtiya Cizîrê. Lê rayedarên qeymeqamtiyê got, ew ê miracaetê negirin û berê Darga dan Walîtiya Şirnexê. Li ser vê yekê, Darga daxwaznameya xwe bi riya postê ji Walîtiya Şirnexê re şand. 

Baroya Şirnexê ji bo ku welatî daxwaznameyan îmze bikin û ji Walîtî û qeymaqemtiyan re bişînin, ji nû ve bang kir.

Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz xwestin têkildarî talankirina daristanên herêmê bi rayedaran re hevdîtinê bikin lê bersiva wan nehat dayîn. Her wiha parlamenteran 25 pêşniyazpirsên têkildarî talanê pêşkêşî Meclisa Tirk kiribûn, lê heta niha bersiva yekê jî nehatiye dayîn. 

Parlementer Nuran Îmîr derbarê mijarê de got, li herêmê li gel talankirina xwezayê polîtîkayên taybet ketine meriyete.  

Îmîr anî ziman ku li herêmê konsepteke berfireh a şer heye û wiha peyivî: "Li dijî hebûna gelê kurd êrişeke mezin heye. Tişta ku em dibêjin hebûn; ziman, çand, ax, dar û xweza ye. Li dijî nasnameya Kurd a siyasî çiqasî nêzîkatiyeke dijminane hebin, li hemberî xwezaya wê jî bêwijdanî û bêhiqûqî heye. Em talankirina xwezaya herêmê di vê çarçoveyê de dinirxînin. Birrîna daran teqez talan e. Ev mantiqa eslî ya kolonyalîzmê ye, ku her tişta Kurdistanê û gelê Kurd weke xenîmet dibîne."

Îmîr da zanîn ku wan li dijî vê talanê û qirkirinê miracaetî Midûriyeta Daristanan a Şirnexê, midûriyetên herêmê kiriye, daxwazên wan ên hevdîtina bi qeymeqaman re jî çêbûne. Lê tu bersiveke erênî kesî nedaye wan.  

Îmîr da zanîn ku heta niha wan weke 3 parlementerên Şirnexê li ser mijarê 25 pêşniyazpirs dana parlamena Tirk, lê belê bersiva yekê ji wan jî nehatiye dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.