Cerdevan dibirrin dagirker wan diparêzin

În 12 Tebax 2022 - 22:12

  • Di wêneyên ji fezayê de jî xuya kiribû ka çawa daristanên Kurdistanê tên qirkirin. 

Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA)  Azad Altay û Ahmet Kanbal li ser birrîna daran li Cûdî û Bestayê di nava sê rojên bihurî de nîşan da ku tîmên bi karê kontra gerîla radibin, niha daristanên Kurdistanê dibirrin. Di wêneyên ji fezayê de jî xuya kiribû ka çawa daristanên Kurdistanê tên qirkirin. 

Ew doh bi cerdevanekî re peyivîn û wî ji wan re got, ew daristanê dibirrin û leşkerên Tirk ên dagirker jî wan diparêzin. 

Ji bo xwe bigihînin van agahiyan  Azad Altay û Ahmet Kanbal bazar bi cerdevanekî qirkerê daristanan re bi telefonê peyivî ne. Di nava bazarê de ew xwe weke bazirganên êzingan ên ji Çorumê didin nasîn. Cerdevanê bi navê B.B. yê ku birrîna daran li Bestayê organîze dike dibêje, “Ev çend sal in em her tim [daran] dibirin. Heke em li hev bikin, em dikarin ji bo we jî [daran] peyda bikin. Ji hêla ewlehiyê ve ti pirsgirêk nîne. Jixwe, herêmên leşkerî, baregehên leşkerî û wekî din hene. Ew ewlehiyê diparêzin.” 

 NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.