Encamnameya Konferansa Dayikên Aştiyê
Sêşem 21 Cotmeh 2025 - 03:30
Konferansa Dayikên Aştiyê ya 3’yemîn bi xwendina encamanemeyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de diyar kirin ku dayik demildest azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin û xwestin ku li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û li ser aştiyê biaxivin û civakeke demokratîk ava bikin.
Konferansa Meclîsa Dayikên Aştiyê ya 3’yemîn ku bi dirûşma “Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiyek mayînde ne” du rojan li ÇandAmedê hate lidarxistin, bi dawî bû. Dayikên Aştiyê di van her du rojan de berfirehî li ser têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşvebirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxandinan kirin.
Di encama nirxandên du rojan de encamnameyek hate amadekirin û bi raya giştî re hate parvekirin.
Dayikên Aştiyê li ber avahiya ÇandAmedê civiyan û encamnameyê eşkere kirin.
Li ser navê Dayikên Aştyê Songul Tamrîş xwend.
Encamname bi vî rengî ye:
“Beriya konferansa ku me piştî 12 salan li Amedê li dar xist, li 13 bajaran civînên herêmî hatin lidarxistin, konferansa me bi beşdariya 250 delegeyên ku di van civînan de hatin diyarkirin hat lidarxistin. Ev konferans ne tenê bîranîn an jî yadkirin e, di heman demê de ragihandina ji nû ve destpêkirina avakirina dîrokî ya aştiya civakî ye. Em vê deklerasyonê diyarî her kesê ku di têkoşîna bi rûmet a hebûna me de hat qetilkirin, windakirin û berdêl dan û ji Rêberê me birêz Abdullah Öcalan re ku rêya me ronî kir, dikin.
Gelê me bi polîtîkaya înkar, wêrankirin û asîmîlasyonê ya ku ev sed sal in dewam dike, bi awayekî sîstematîk ji çareseriyê hatiye dûrxistin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27ê Sibatê de ji aliyê birêz Ocalan ve hat kirin, ku bi israr li çareseriyan li muxatab digere û hewl dide her derfetê bike diyalog û muzakereyên ji bo aştiyê, banga veguhertineke civakî ya berfireh e ku li ser bingeha mafê gelan e. Ji bo pêkanîna vê bangê gava yekem, azadbûyina fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Divê mîmarê vê pêvajoyê di bin şert û mercên azad de be da ku ev pêvajo bidome. Ev yek nîşana nêzîkbûneke rasteqîn a aştiya siyasî ye, ne tenê erkeke qanûnî ye. Nêzîkatiya me wek Dayikên Aştiyê ya ji bo vê pêvajoyê bi qasî laçika li ser serê me spî, safî û zelal e. Wek Dayikên Aştiyê em xwediyê wê ferasete ne ku divê banga Birêz Ocalan a ji aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk, divê bi awayekî rêxistinkirî pêş bikeve. Bi vê armancê em ê her tim rola xwe ya rêxistinkirina komunan bi navber bimeşînin.
Di pêvajoya aştiyê de gaveke din a girîng jî tevlîbûna gerîlayan a di nava siyaseta demokratîk de ye. PKK’ê bi çalakiya xwe ya şewitandina çekan di pêvajoya aştiyê de helwesta xwe pir zelal eşkere kir. Tevlîbûna siyaseta demokratîk temsîlkirina vê berxwedana rewa ya bi siyasetê ye.
Zimanê dayikê dîroka jiyana gelan e; ziman, bîranîna devkî ye ku ji nifşekî heta nifşên îro derbas dibe. Qedexekirina axaftina me ya bi Kurdî di Komîsyona Meclîsê de ku ji bo pêvajoya aştiyê hatiye avakirin, ne tenê binpêkirina mafên mirovekê ye; her wiha rê li ber dîtina hafizaya gelê Kurd di qada giştî de digire. Di konferansa me de derket holê ku, di vê sedsala 21’emîn de êdî tu hêz nikare bibe asteng ku em nirxandinên xwe bi zimanê xwe yê dayikê bimeşînin.
Em di qonaxeke dîrokî de ne. Aştî ew qas nêzîk e ku ger em xwe bigihînin em dikarin dest bidin wê. Ji ber vê sedemê hevdîtinên bi mîmarê aştiyê birêz Abdullah Ocalan re girîng in. Yek ji nirxandinên konferansa me jî ew e ku; erka sereke ya komîsyona aştî û biratiyê ya li Meclîsê hatiye avakirin, hevdîtina bi birêz Ocalan re ye.”
AMED