Li Bogotayê Konferansa jinan

În 13 Sibat 2026 - 02:55

Konferansa bi navê "Em ê bişkivîn Ji ber ku Şer Nikare Kokên Me Tune Bike", ku ji aliyê tora "Jin Pêşerojê Dihûnin" û tevgerên jinan ên Amerîkaya Latîn ve hatiye birêxistinkirin, li paytexta Kolombiyayê, Bogotayê dest pê kir.

Ev civîn wekî berdewamiya Konferansên Jinan ên Cîhanê yên Frankfurt (2018) û Berlînê (2022) tê dîtin. Ji bilî parzemîna Abya Yala, nûnerên gelên xwecihî û tevgerên li seranserê parzemînê jî beşdar dibin. Di konferansê de nûnerên kolektîf, tevger û konfederasyonên rêxistinkirî yên ji welatên wekî Meksîka, Honduras, Guatemala, Haîtî, Nîkaragua, Kosta Rîka, Panama, Venezuela, Kolombiya, Ekvador, Brezîlya, Bolîvya, Perû, Şîlî, Arjentîn û Ûrûguayê; her wiha delegeyên ji Kurdistan, Ewrûpa, Tirkiye, Kanada û Awustralyayê, bi giştî zêdetirî 400 delege cih digirin. Piştî amadekariyeke nêzî salekê, daxwazên beşdariyê pir zêde bûn; lê organîzasyonê pêşî cih da gelên xwecihî, tevgerên femînîst, tevgerên civakî, sendîka, tevgerên ekolojîk û kolektîfên çapemeniya alternatîf.

Di konferansa ku wê heta 15'ê Sibatê berdewam bike de, jin wê polîtîkayên wêranker ên mêtingerî, baviksalarî û kapîtalîzmê nîqaş bikin û li ser wê yekê bisekînin ku berxwedana civakî ya li ser bingeha azadiya jinê çawa dikare were rêxistinkirin. Bername dê bi sê rûniştinên giştî û rojek atolyeyan berdewam bike. Konferans diyarî Alîna Sanchez, Berta Caceres, Rosa Luxemburg û Sakine Cansiz hat kirin.

ANF/BOGOTA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.