Cara duyemîn ceza li strana Kurdî!
Sêşem 21 Cotmeh 2025 - 03:25
Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Cesîm Başboga yê li Bedlîsê kar dike, ji ber ku par di 'Şeva Dengbêjan' de strana 'Serhildan Jiyan e' got, cara duyemîn bi cezayê girtîgehê hate cezakirin. Dosya ku berê lê hate darizandin û 2 sal û 15 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hate xerakirin. Di dosyaya jinûve darizandinê de careke din ceza lê hate birîn. Başboga anî ziman ku strana wî got li ser platforma hunerê ji aliyê bi milyonan mirovî ve hatiye gotin û guhdarîkirin û bi gotina, "Hedefa esasî asîmîlasyon e" nerazîbûn nîşanî ceza da. Cesîm Başboga anî ziman ku ji ber stranan ew beriya niha gelek caran kete ber lêpirsînê û diyar kir ku destdirêjiya li hunerê êdî bi rêk û pêk bûye. Cesîm Başboga nerazîbûn nîşanî ceza da û got:"Ya rast, li pêşberî biryarên bi vî rengî em zêde matmayî namînin. Em zanin ku hiqûq li gorî kesan biryarê dide. Di vê pêvajoyê de ku Tirkiye di nav de ye ceza li wan mirovan tê birîn ku ziman û çanda xwe vedibêjin. Ya rast ev yek nîşan dide ku dewlet di pêvajoyê de ne samîmî ye. Bi salan e li ser çand û hunerê polîtîkayeke asîmîlasyonê tê meşandin. Dewletê ev yek ji xwe re kiriye polîtîkayek. Ti biryara dadgehê, ti gef wê nikaribe li pêşiya stranên me yên bi zimanê me bibe asteng, biryara dadgeha herêmî li gel me bêhikum e, em ê biryarê ji nû ve bigihînin îstînafê."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN