Li Şirnexê birrîna daran didome
Duşem 12 Îlon 2022 - 22:18
- Bi tonan darên ku li gundê Navyan ê Şirnexê kişandine kêleka rê, asta talankirina daristanên li bajêr radixe ber çavan.
Bi tonan darên ku li gundê Navyan ê Şirnexê kişandine kêleka rê, asta talankirina daristanên li bajêr radixe ber çavan.
Li Şirnexê birrîna daran a cerdevanan a bi hinceta “ewlehiyê” dewam dike. Li Çiyayê Cûdî, li herêma Besta û gundê Navyan ê li ser rêya Sêrtê her roj bi sedan dar tên birrîn. Darên li çoltera gundê Navyanê tên birrîn, bi traktoran vediguhêzin kêleka rê. Dîmenên darên ku li bajarên weke Riha û Dîlokê tên firotin ên nû hatin kişandin, asta talankirina daristanan raxist ber çavan. Di dîmenan de ji bilî wesayîtên cerdevanan, li kêleka rê bi tonan darên hatine birrîn tên dîtin.
MA/ŞIRNEX