Mînakên herî mezin a welatparêziyê
Şemî 23 Tebax 2025 - 03:40
Ekolojîst Arîn Muxtar û Mûhammed Şêx Haydar di 17'ê Tebaxê de li bejahiya Helebce ya li başûrê Kurdistanê di dema hewldana vemirandina şewata derketiye de jiyana xwe ji dest dabûn. Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê di daxuyaniya ku weşand de kesên ji bo parastina xwezayê jiyana xwe ji dest dane weke "mînakên herî mezin ên welatparêzî û têkoşîna ekolojîk" pênase kir. Komîteyê, da zanîn ku beriya niha 4 aktîvîstên hawirdorparêz dema mudaxleyî şewatên li Rojhilatê Kurdistanê dikirin jiyana xwe ji dest dane û got:"Em ewladên gelê ku ji bo parastina xwezaya welatê xwe canê xwe feda dikin bi hurmetî û bi dilovanî bibîr tînin. Em bi xemgînî pê hesiyan ku di 17'ê Tebaxa 2025'an de li bejahiya Helebce ya Başûrê Kurdistanê ekolojîst Arîn Muxtar û Mûhammed Şêx Haydar ên hewl didan agir vemirînin û di vê rêyê de canê xwe kirin mertal, jiyana xwe ji dest dane. Beriya niha 4 aktîvîstên hawirdorparêz ên ku hewl didan şewata li Rojhilatê Kurdistanê vemirînin, jiyana xwe ji dest dabûn. Beriya her tiştî em ewladên gelê ku ji bo parastina xwezaya welatê xwe canê xwe feda dikin û jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî û dilovanî bibîr tînin. Ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane em sersaxiyê û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. Ekolojîstên ku ji bo vemirandina şewata li Helebceyê di qadên herî pêş de cih digirtin, mînaka herî mezin a welatparêzî û têkoşîna ekolojîk nîşan dan. Em diyar dikin ku em ê xwezaya Kurdistanê ku wan di ber de canê xwe feda kirine biparêzin û têkoşîna ekolojîk mezin bikin.
Berpirsiyar pergala kapîtalîst e
Di havîna 2025’an de li Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên cîhanê gelek bûyerên şewata daristanan rû dan. Berpirsiyarên van şewatan pergala kapîtalîst û cureyên wê ne ku xwezayê weke objeyeyekê, amûreke rant û îstîsmarê dibînin. Di encama qezenckirina zêdetir, sermayeya zêdetir û mezaxtina zêdetir germbûna gerdûnî û guherîna avûhewayê pêk hatiye. Di encama germbûna gerdûnî û guherîna avûhewayê de çolbûyîn û ziwabûn zêde bûne û rê li ber şewatan vekirine. Her wiha îdîa hene ku şewat ji ber lêgerîna madeyên di teknolojiyên nû de tên bikaranîn, hatiye derxistn. Her çend ev yek îdîa bin jî ihtîmal zêde ye ku pêkan bin. Nabe ku mirov ev qas şewatên daristatan yên zêde û li ser hev bi bêbaldarbûnê ve girê bide. Ji ber wê yekê li pişt van şewatan xwedan sermayeyên çavbirçî û dinyanedîtî hene. Divê ne têkoşîna li hemberî şewatan, divê têkoşîna li hemberî sedemên derketina şewatan, zîhniyet û pergala ku wan derdixîne û venamirîne were esas girtin. Wê demê hewceyî bi têkoşîneke ekolojîk ya nû heye. Ji ber wê yekê di serî de ekolojîstên Kurdistanê, em bang li hemû tevgerên ekolojîk dikin ku li hemberî pergala bêexlaq, bêwijdan û çavbirçî li hemû qadên jiyanê komunên ekolojîk ava bikin û têkoşîna civaka demokratîk mezin bikin.’’
BEHDÎNAN