Şehîdên parastina kerameta welat
Pêncşem 21 Tebax 2025 - 03:32
Komîteya Jîngehê ya KNK’ê ji ber jiyan ji dest dana jîngehparêzên bi navên Arî Muxtar û Mihemed Şêx Heyder ku di dema vemirandina şewata li Helebceyê de jiyana xwe ji dest dan, peyameke sersaxiyê parve kir. Di peyama KNK’ê de hat gotin:“Me bi dilekî pir bi xem û di heman demê de jî bi serbilindî xebera şehîdbûna du zarokên qehreman yên gelê me Şehîd Arî Muxtar û Şehîd Mihemed Şêx Heyder bihîst. Van her du welatparêzan di ber parastina daristan û çiyayên pîroz yên Helebceyê de canê xwe feda kirin. Wan bi xwîna xwe ya zelal waneya fedekarî û erkê netewî yê parastina jîngeha Kurdistanê û hemû cîhanê carek din nîşanî me hemûyan da. Şehîdbûna van du qehremanan xisareteke mezine, lê di heman demê de belgeyek zindî ya wê rastiyê ye ku gelê me parastina jîngeha welatê xwe wek parastina keramet û rûmeta xwe dibîne. Çiya û daristanên Kurdistanê ne tenê erdnîgariyeke, di heman demê de beşeke ji nasname û dîroka bi xwîn û bi rûmet a me ye. Her darek ya vê xakê bîranîneke û her çem û kaniyek jî sembola jiyan û berdewamiya welatê me ye. Wek Komîsyona Jîngehê ya KNK’ê em sersaxiyê ji binemala hêja ya şehîdan û tevayî xelkê berxwedêr yê Helebce û giştî Kurdistanê re dixwazîn. Daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê bi taybetî jî ciwanan dikin rêbaza van şehîdan bikin meşaleya rêya xwe û bi hestên bilind ên netewî û jîngehê parastina xak, av û xwezaya Kurdistanê bikin. Bila giyanê pak yê şehîdên jîngehê bibe wesîleya yekrêzî û karê hevbeş a parastina vê mîrasa pîroz a ji bo nifşên siberojê.”
ROJNEWS