Dilsoziya welat a jîngehparêzan

Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 02:45

Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 2 jîngehparêzên Kurd yên ku dema hewl didan agirê li bilindahiyên çiyayê Avyer kontrol bikin birîndar bûn, ji ber rêjeya zêde ya şewatê jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê derbarê 2 jîngehparêzên Kurd ên li Sine birîndarbûyîn de agahî belav kir. Hate diyarkirin ku 2 jîngehparêzên bi navê Çiyako Yusid Nejad û Xebat Emînî yên xelkê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, dema hewl didan agirê li bilindahiyên çiyayê Avyer kontrol bikin birîndar bibûn. Rêxistinê da zanîn ku her du jîngehparêz piştî sê rojan li nexweşxaneyê hatin dermankirin, ji ber rêjeya zêde ya şewatê jiyana xwe ji dest dan.

Hêjayî gotinêye ku roja 24’ê Tîrmehê şewatek berfireh li Çiyayê Awyer yê li sînorê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê derket. Rêveberê Komeleya Jîngehparêziyê ya Şine Nujîn ya Kurdistanê Hemîd Muradî û çar jîngehparêzên din ên bi navên Muhsîn Huseyîn Penahî, Xebat Emînî, Çiyako Yusif Nejad û Mustafa Hejar hewldana vemirandina şewata li bilindahiya çiyayê Awyer dan û di encamê de birîndar bûn. Piştî jîngehparêzên birîndar rakirin nexweşxaneya Kûser ya li Sineyê, Hemîd Muradî sibeha roja 25’ê mehê ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.