Ji bo şirketa xwe 300 dar birrîn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 8 Cotmeh 2022 - 04:13

Rêveberiya Polêsan ya Daristan û Jîngeha Herêma Kurdistanê ragihand ku li gundê Mela Umer xwediyê kompanyayek, 300 dar birrîne, divê aliyên peywendîdar prosedûrên yasayî li hemberî wan bi kar bîne.

Rêveberiya Polêsan ya Daristan û Jîngeha Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku nêzî 20 salan xelkê hêja yê gundê Mela Umer yê ser bi bajarokê Xebat ê Hewlêrê, li ser rêya xwe ya gund dar çandine.

Hate gotin; “Lê xwediyê şirketekê bê ku metirsiyê bizane, 300 dar birrîne. Em bang li Desteya Parastin û Çêkirinê ya Jîngehê, qeymeqamê Xebat, Polêsên Daristan û Jîngeha Hewlêrê dikîn, derbarê mijarê de lêkolîn bidin destpêkirin û prosedûrên pêwîst li hember kompanyayê pêk bînin.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.