Ji ber darbirrînê giliyê dagirkerên Tirk kir
În 5 Tebax 2022 - 21:27
- Dewleta Tirk darên di nav milkê Bahattîn Alkiş de yê Şirnex û Sêrtê birrîn. Wî jî giliyê dewletê kir.
Dewleta Tirk darên di nav milkê Bahattîn Alkiş de yê Şirnex û Sêrtê birrîn. Wî jî giliyê dewletê kir.
Ev bû qederê 2 salan ku li herêma Bestayê ya di navbera Sêrt û Şirnexê de, di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan dar têne birrîn. Gelek malbat li dijî vê yekê giliyê birrîna daran dikin.
Bahattîn Alkiş ê ku darên li nava milkê wî tên birîn, bi rêya parêzerê xwe yê Berdevkê Komîsyona Hawîrdor û Bajêr a Baroya Şirnexê Fadil Tay, giliyê dewletê li li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê û Serdozgeriya Berweriya Sertê kir.
Bi giliyê xwe ew dibêje, "Em ji kesên ku bi awayekî li dij hiqûqê darên me birrîne ne razî ne û giliyê wan dikin. Em dixwazin ku ew kesên darên me dibirrin, bikevin ber lêpirsînê."
MA/ŞIRNEX