Pêşî Metîna niha Zêbariya

Çarşem 14 Îlon 2022 - 21:33

  • Li herêma Zêbariyan ku li çiyayê Garê ye, darên herêmê ji aliyê endamên PDK’ê yên herêma Barzanê ve tên birrîn û wan daran dibin Tirkiyeyê.

Li herêma Zêbariyan ku li çiyayê Garê ye, darên herêmê ji aliyê endamên PDK’ê yên herêma Barzanê ve tên birrîn û wan daran dibin Tirkiyeyê.

Ev du sal in, bê navber ji Bakurê Kurdistanê heya Heftenîn, Metîna, Zê (Zap) û niha jî Garê, artêşa Tirk a dagirker jîngeha Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê qir dike. Artêşa Tirk a li Bakur bi hevkariya cerdevanan darên herêmê dibirre, li Başûrê Kurdistanê jî bi hevkariya PDK’ê daristanan dibirre. Beriya niha bi demekê, nûçeya birrîna darên heşîn li devera Kanî Masî hatibû belavkirin. Hingê jî bi hevkariya ‘Parêzvanên Sînor’ yên Iraqê ku pirraniya wan ser bi PDK’ê ne, ev dar dibirrîn. Niha jî li çiyayê Garê, li devera Zêbariyan dar tên birrîn. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, ev demeke li herêma Garê ya ser bi Akrê, dar tên birrîn û jîngeha herêmê tê qirkirin.

Çavkaniyên herêmî dibêjin, dar ji aliyê endamên PDK’ê yên herêma Barzanê ve tên birrîn û paşê jî ew van daran difiroşin Tirkiyeyê.

Welatiyê ji ber tirsa PDK’ê nexwest navê wî bê eşkerekirin, dîmenê darên hatine birrîn ji Rojnewsê re şandin. Wî got, endamên PDK’ê ji herêma Barzanê tên herêma wan û daran dibirrin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.