Divê aştiya civakî xurt bikin

Sêşem 21 Cotmeh 2025 - 03:35

Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê di 17’ê Cotmehê de der heqê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berdan Ozturk û gelek kesan de ji 6 sal û 3 mehan heta 44 salan cezayê girtîgehê da. Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê di sala 2016’an de lêpirsîn dabû destpêkirin û bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 4 sal û 6 meh û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî salek û 10 meh cezayê girtîgehê li Ozturk hate birîn. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê, li Ridvan Kahraman ku ji dosyayeke cuda tê darizandin, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “sivik birîndarkirin” 24 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birî. Dadgehê, biryar da ku Kahraman negirtî were darizandin û pêvajoya îstînafê diyar nekir. Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” der heqê 15 kesdan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Endamê Meclisa Şaredariyê ya DEM Partiyê ya Agiriyê jî di nav de li her 15 kesan cuda cuda ji 7 salan heta 44 salan cezayê hefsê hatin birîn. Piştî biryarê, li endamê Meclisa Şaredariyê Şakir Kiliç (50) ku 44 sal, li Mehmet Îzcî (45) ku 11 sal û 9 meh cezayê, li Yilmaz Dursun (65) ku 8 sal û 9 meh û Şakir Çaçan (50) ku 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn hatin girtin. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Agiriyê Azad Akbulut têkildarî mijarê axivî. 

Li heman dadgehê 3 doz 

Akbulut, diyar kir ku bi biryarên girtinê yên dadgehê re aşkerakiribûna hiqûqî tune hatiye hesibandin û got:“Mixabin biryarên di roja înê de hatine dayin, bandoreke neyînî li ser hêviya aştiyê kir. Di heman rojê de li heman dadgehê 3 doz hatin lidarxistin û bi biryarên hatine dayin re di nava civakê de rê li ber fikaran vekir.” Akbulut anî ziman ku divê biryar were dayin ka hiqûq cihê rêxistinbûna edaletê ye yan di bin fermana îktîdarê de ye û got:“Di rejîmên hiqûq weke amûra îktîdara siyasî tê bikaranîn de têgehên weke ‘teror’, biyanî’, ‘yên cuda’ zêde tên afirandin. Ev têgeh, qadeke pir berfireh ji îktîdara siyasî re vedikin. Îktîdar, weke ço yê bêdengkirinê bi kar tîne. Li ser van têgehan hegemonyaya xwe ava dikin. Qadên li ser nayê axaftin ava dikin û qadên azadiyê tên tengkirin. Ev jî bi xwe re binpêkirinên mafan ên giran tînin.”  Akbulut, daxuyand ku bi pêvajoya dawî re hêviya aştiyê dîsa aj dabû û got:“Di vê serdemê de ji hiqûq û darizandinan bendewariyek hebû. Bendewariya civakê ew bû ku li cihê edalet rêxistinkirî, civaka demokratîk û aştiya civakî tê avakirin de darizandinên hiqûqî were kirin. Lê biryarên di roja înê de, bûyereke nebaş a di bîra xelkê bajar de dîsa bi bîr xist. Di sala 2015'ê de ji bo xerakirina pêvajoya çareseriyê hewldana ewil li Agiriyê bi pevçûnekê hate kirin û îro jî ji hêla darazê ve heman tişt tê kirin. Di van biryaran de parêzbendiya yasayî tune hate hesibandin, bêyî li rewşa delîlan binihêrin cezayên giran hatin dayin. Vê jî bi xwe re fikar anî. Weke parêzvanên mafên mirovan ev daxwaza me ji meqama darizandinê heye; xala yekemîn a TCK’ê ya bi sernavê armancê pir aşkera ye. Di vê qanûnê de tê gotin ku armanc ew e ku pêşiya sûcdaran were girtin ku sûc nekin, parastina ewlehiya civakê û pergala cemaweriyê ye. Dibêje biqasî van armanca, armanca din jî ew e ku dewleta hiqûqê û aştiya civakî were parastin. Hewceye meqamên darazê biryarên wisa bidin ku aştiya civakî xurt bikin, egerên civaka demokratîk û bendewariya edaleta civakî bê cîbicîkirin.” 

MA/OMER AKIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.