Divê şertên Ocalan bên sererastkirin
Çarşem 10 Kanûn 2025 - 03:48

Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Antalyayê Mahîr Onal, bal kişand ser pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd û got: "Em bawer dikin ku divê dewlet di vê qonaxê de hem gavên siyasî û hem jî yên qanûnî der barê hin guhertinên qanûnî de bavêje."
Hevserokê Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê Mahîr Onal, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand ku bi hevdîtina Komîsyona Meclisê ya bi Abdullah Ocalan re li Îmraliyê berdewam kir. Mahîr Onal diyar kir ku ev pêvajo ku ji salekê zêdetir e berdewam dike, naşibe tu pevçûn û modelên çareseriyê yên cîhanê an jî destpêşxeriyên berê.
Mahîr Onal rexne li CHP'ê kir ji ber ku endam nedaye şandeya ku çû Îmraliyê û diyar kir ku êdî ji bo her kesî eşkere ye ku Abdullah Ocalan yek ji aktorên herî girîng ên pêvajoyê ye.
Mahîr Onal destnîşan kir ku tê gotin ku pêvajo piştî civîna Îmraliyê derbasî qonaxa duyemîn dibe û got: "Li vir gavên avahîsaziyê yên siyasî dikarin çi bin? Ger li ser qonaxeke duyemîn nîqaş were kirin, divê gavên ku heta niha hatine avêtin wekî yên yekem werin hesibandin. Gavên ku heta niha hatine avêtin bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê hatin. Piştî vê yekê fesixkirin û merasîma şewitandina çekan pêk hat. Paşê, biryara vekişîna ji Tirkiyeyê hat dayîn. Di vê pêvajoyê de komîsyonek li meclsiê hat avakirin. Lêbelê, wekî ku em dibînin, gav tên avêtin, lê em wan wekî yekalî, tenê ji hêla rêxistinê ve dibînin. Em bawer dikin ku divê dewlet niha hem gavên siyasî û hem jî yên qanûnî der barê hin qanûn û guhertinên qanûnî yên di vê qonaxê de bavêje. Çi celeb gav dikarin hebin? Qanûnên ku endamên rêxistinê çawa dikarin entegre bibin, çawa dikarin vegerin nava civakê û çawa dikarin vegerin Tirkiyeyê divê bi lez û bez werin derxistin."
Mahîr Onal bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) du caran li dijî "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan biryar daye û got ku bi rêya qanûnê hin astengî hatine danîn da ku ew ji sûdwergirtina ji vî mafî dûr bikeve. Mahîr Onal got: "Bê guman, divê Tirkiye biryarên DMME'yê bicîh bîne û ev yek divê were sererastkirin û betalkirin. Ger pêvajoyek danûstandinê hebe, pir girîng e ku şert û mercên Abdullah Ocalan, aktorê sereke yê vê pêvajoyê, werin başkirin."
MA / ANTALYA / MEHMET GULEŞ












