Sêwsênan: Salvegera kîmyabaranê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 23 Adar 2024 - 00:53

Beriya 36 salan bajarokê Sêwsênan hate kîmyabaran kirin

Doh 36 sal bi ser kîmyabarana bajarokê Sêwsênan re derbaz dibe ku di encamê de 68 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Lê heya niha jî Hikumeta Herêmê guh nedaye daxwaza xelkê bajarok û bê xizmetguzarî hatine hiştin.

Di 22’yê Adara 1988’an de rejima Baas a Iraqê bajaroka Sêwsênan ya ser bi Silêmaniyê kimyabaran kir, di encamê de 68 kesan jiyana xwe ji destdan û gelek kes jî birîndarbûn. Her sal bi merasîman qurbaniyên komkujiyê tên bibîranîn.

Heya sala 2007’an bajarokê Sêwsênan weke gundek bû, piştî wê bû bajarok lê biryara bajarokbûnê tenê li ser kaxezê ma. Hikumeta Herêmê heya niha jî weke bajarokek nêzî Sêwsênan nebûye û xizmetê ji xelkê bajarok re nake.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.