Sewalvaniya li dijî ambargoyê

Duşem 11 Nîsan 2022 - 22:12

  • Welatiyên taxên Eşrefiya û Şêxmeqsûdê bi her awayî li dijî boykota rejîma Şamê li ber xwe didin. Aliyekî berxwedanê ya aborî ye û xelkê her du taxan bi sewalvanî û çandiniyê bersivê didin ambargoya Şam li ser wan ferz dike.  

NESRÎN ŞÊXO / ANHA/HELEB

Ji bo ku debara xwe bike û ambargoya hikûmeta Şamê li ber xwe bide, Ebdulmenan Reşo li taxa Şêxmeqsûd pez û mirîşkan xwedî dike. Gelek welatiyên taxên Şêxmeqsûs û Eşrefiyê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçber bûne û ji ber ambargoya rejîmê jî niha sewalvaniyê û çandiniyê li nava Helebê dikin.

Piraniya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser bingeha xwetêrkirinê debara jiyana xwe dikin.

Tevî ku ew li bajarê Helebê ne, weke ku ew li gund bin dijîn. Sedema vê jî ew e ku xelk dixwaze tesîra ambargoya hikûmeta Şamê kêm bike û li ber buhabûnê xwe bigire. Pirraniya xelkê taxê sewalan xwedî dike û sebzeyan diçîne.

Hikûmeta Şamê ji 20’ê Tebaxa 2020’an ve dorli taxên  Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê girtiye û ambargoyê li ser wan ferz dike.

Neçar pez xwedî dike

Ebdulmenan Reşo 60 salî ye. Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, ew ji Efrînê koçber dibe û berê xwe dide Helebê û li taxa Eşrefiyê bi cih dibe. Weke pirraniya xelkê taxê  ew jî ji bo debara xwe bike pez û mirîşkan xwedî dike.

Ebdulmenan Reşo li cihekî piçûk, li kêleka mala xwe pez û mirîşkan xwedî dike û dibêje, "Buhabûnê kir ku ez pez û mirîşkan xwedî bikim, da ku sûdê ji hêk û şîrê wan bigirim."

Ew dibêje, ji ber buhabûnê zehmet e êmê pez û mirîşkan jî peyda bike. Ebdulmenan Reşo balê dibe ser bihabûna buhayê tiştên ketine ber ambargoya hikûmeta Şamê û dibêje, "Ez pez û mirîşkan ne ji bo firotinê xwedî dikim, lê ji bo ku debara malbata xwe bikim, ez wan xwedî dikim. Ji mirîşkan ez hêkan bidest dixim, ji mih û bizinan jî şîr."

Karê wî yê berê ye

Ebdulmenan Reşo zehmetiyê di xwedîkirina sewalan de nakişîne, ji ber ku beriya niha wî ev kar kiriye. Wî li gundê xwe gundê Hesendêra ser bi naveçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî, heman kar dikir.

Ew bi xwedîkirina sewalan pêdiviyên rojane yên malbata xwe dabîn dike; û dibêje, "Weke çanda gundan, em sewalan xwedî dikin û em ê parastina vê yekê bikin."

Ebdulmenan Reşo dibêje, "Efrîn û zeytûnên wê ji bîra me naçin, em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de em vegerin Efrînê. Li vir hindek welatî li xaka zuha çandiniyê dikin û hindek jî sewalan xwedî dikin."

Gazinên ji bêdengiya civaka navneteweyî

Ebdulmenan Reşo di dawiyê de jî dibêje, “Em ji erdê xwe koçber û pergende bûn, lê dagirker dîsa me bi balafir û çekan dike hedef, civaka navneteweyî jî bêdeng e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.