Leşkerê kirêkirî ji tirsa gel reviya

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:39

Li Pasurê leşkerekî kirêkirî yê Tirk xwest ku bi kêfî wesayita xwe li ber avahiyeke ku tadîlata wê dihate kirin park bike. Ji niştecihê xênî M.T dengê xwe li leşkerê kirêkirî yê Tirk kir ku wesatiya xwe park neke. Leşkerê kirêkirî yê Tirk li ser vê helwesta ku nedipa dîn û har bû û gule li derdorê reşand.

Şevê dî leşkerekî kirêkirî yê Tirk ku bi pereyan têne Kurdistanê û ji bo pereyan xwîna Kurdan dirijînin, her wiha  li Kurdistanê peywirdarên fermî yên tecawizê ne, li Pasûrê xwest ku bi kêfî li ber malekê wesayita xwe par bike. Dema ku yek ji niştecihê xênî dengê xwe li leşkerê kirêkirî kir ku ew destûra parkirinê nade, dîn û har bû û dest avête çeka xwe, li derdorê reşand.

Çawa ku gel dengê çekan bihîst bi bez ber bi cihê deng ve çûn. Leşkerê kirêkirî yê Tirk dema ku çav li gel ketî, weke cinên ku çav li hesin bikeve, ji tirsan qutifî û bi bayê bezê da lingan û ji wir reviya, xwe li Fermandariya Jandarmayan a Navçeyê girt.

Şêniyên bajêr jî ji bo ku leşkerê kirêkirî were destgîrkirin û ser terora leşkerê kirêkirî neyê girtin li pêşiya Midûrtiya Polîsan a Navçeyê kom bûn.

Kifş bû, şahidên rûdanê li Midûrtiya Polîsan îfade dane, da ku ew leşker bê destgîrkirin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.