Li Cizîrê çandina genim

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:42

Derbarê rewşa çandiniyê ya li Herêma Cizîrê, Hevserokê Berhemên Şînatiyê ya Herêma Cizîrê Matez Ehmed, ji ANF’ê re axivî. Matez Ehmed li ser rewşa çandinî wiha got: “Ji bo rewşa çandiniyê ya Kantona Cizîrê ya sala 2024’an, wek ku tê zanîn her sal di meha Cotmehê de em dest bi qeydkrina cotkar û erdê çandiniyê dikin. Ew jî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê qeydkirin. Di heman demê de planek salane tê nivîsandin. Di asta yekem de 1 milyon û 500 hezar donim genim hatiye çandin. Di asta duyem de jî ceh hat çandin û di asta sêyem de jî baqil li ser rûberek fireh hatin çandin. Hin berhemên din ên çandiniyê tên çandin, wek berhemên çandiniyê yên aborî, ku piraniya cotkaran giranî didin van berheman. Ji ber ku dema çandiniyê wan kurte û hem jî dan û standina wan a aborî zêdetir e. Kemûn jî bi rûberek berfireh hat çandin, lê nexweşiyên ku jê derket û barana zêde ya ku bariya, li beramberî me astengî ava kir ku kemûn kêm bibe. Berhemên din jî wek kizbera, celab, nîsk û nok jî hatin çandin.” Matez anî ziman ku piraniya rûberên çandiniyê xwe dispêre mazotê û got:“Destpêkê mazot bi awayek pir rêkûpêk dihat belavkirin. Lê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker zirarek pir mezin di milê çandiniyê de derket holê.” Matez destnîşan kir ku wan gelek proje ji bo çandiniyê dane pêşiya xwe û got:“Yek ji wan projeyan jî çêkirina komîteyên awarte ye. Depoyên genim jî tên çêkirin. Daxwaza min ji hemû cotkaran ew e ku li desteyên Çandinî û Avdaniyê vegerin. Da ku di her biryarên ku Desteya Çandinî û Avdaniyê derdixe de, agahdar bin. Ev jî ji bo me û hem ji bo cotkaran pir girîng e.”

ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.