Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wê genim û pembo ji cotkaran bikire.
Li gorî agahiyên ku Hevserokê Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ehmed Yûnis dane, Rêveberiya Xweser biryar daye ku îsal genim û pembo ji cotkaran bikirre. Ehmed Yûnis anî ziman ku biryara kirrîna tevahî hilbirînên genim û pembo ji cotkaran piştî gelek civînan hate dayîn û got:"Armanca vê biryarê parastina depoya stratejîk a genim û pembo ye." Rêveberiya Xweser heta niha buhayên genim û pembo diyar nekiriye.
Rêveberiya Xweser par derdora mîlyonek û 300 hezar ton genim wergirtibû. Buhayê kîloyekê 43 sentên Emerîkî bû.
ANHA/HESEKÊ