Bi derfetên kêm jiyanê diafirînin

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:35

NÛJIYAN ADAR / ANF / ŞEHBA

Hevserokê Desteya Karên Civakî ya Kantona Efrîn-Şehbayê Mistefa Hesen têkildarî zor û zehmetiyên li pênc kampên li Kantona Efrîn-Şehbayê axivî. Mistefa Hesen anî ziman ku sala 2018'an piştî ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir û gel ji neçarî koçî Şehbayê kir wan 5 kamp ava kirin û got:"Di nava şert û mercên giran de me biryar dan ku kampan ava bikin. Destpêkê me bang li saziyan kir ku alîkariyê didin mirovên koçber. Bangên me yên li hemberî planên bêmirovhiştina Şehbayê bê encam man û Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe kete nava liv û tevgerê. Lê belê li aliyekî ambargoya hikumeta Şamê, li aliyê din jî êrîşên çeteyên dewleta Tirk dewam dikirin. Birêxistinbûyîna di bin ambargo û êrîşê de ne karekî hêsan bû. Me destpêkê komun û meclîs ji bo kampan ava kir." Mistefa Hesen ragihand ku wan şert û mercên kampan bi du rengî nirxandin û got; yek berxwedana gel, xwedîderketina li warê xwe û dewamkirina polîtîkayên komkujiyê û wiha got:"Eger em pênc kampên heyî li gorî kampên din binirxînin, rêxistiniya me ya kampan gelekî xurt e. Ti saziyeke alîkariyê piştgiriyê nake. Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên kêm, her wiha hin mirovên dilxwaz ên welatparêz alîkariyê dikin, jiyan bi vî rengî dewam dike. Weke Desteya Karên Civakî ji bo malbatên li kampan mehê carekê piştgiriya lojîstîkî tê pêşkêşkirin. Lê belê ev têrê nake. Divê em derfetên kar pêşkêşî gel bikin. Kanton ji bo bicihanîna projeyên nû qadeke guncav e lê belê ji ber ambargoyê em nikarin têkiliyê bi kantonên din re deynin. Ji zivistana 2023'an û vir ve destûr nayê dayin ku mazot bê peydakirin. Bi astengkirina mazotê dixwazin kaosekê biafirînin. Bi hiştina gel a di nava sermayê de, bi terbiyekirina gel bi birçîbûnê û astengkirina alavên tenduristiyê û dermanan dixwazin zextê bikin." Mistefa Hesen bang li saziyên alîkariyê yên ji bo koçberan kir û got, "Divê xwedî li xelkê Efrînê derkevin. Saziyên ku îdîa dikin alîkariyê bi koçberan re dikin, divê xwedî li xelkê Efrînê yê li Şehbayê derkevin. Xelkê Efrînê heta rizgarkirina warê xwe wê li binê konan be. Şert û merc çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.