Em hêvîdar in ku peyman bibe egera vegera me
Pêncşem 13 Adar 2025 - 15:20
- Koçberên kampa Girê Spî peyama di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û desthilata Şamê de erênî nirxand û hêvî kir ku bibe egera vegera koçberan.
Şêniyên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker koçber bûne, peyamana ku 10’ê Adarê di navbera desthilata Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hatibû îmzekirin, bi dilxweşî pêşwazî kir. Yek ji xalên wê peymanê vegerandina hemû koçberan bo bajar û gundên wan e.
Koçbera li kampa Girê Spî ya bi navê Cîhan Mistefa der barê mijarê de wiha got: "Em hêvîdar in ku ev peyman mizgîniyek ji me re bîne û bibe egera ku em vegerin bajarê xwe Girê Spî yê em ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirkiyeê jê koçber bûn. "
Cîhanê her wiha got: "Em ji jiyana li kampan û jiyana koçberiyê bêzar bûne. Nêzîkî 5 sal in em li kampê dijîn, ji ber sermaya zivistanê û germa havînê û zehmetiyên jiyanê zehmetiyê dikişînin. Em hêvîdar in ku ev rêkeftin rê ji vê êşê bigire. "
Bêrîvan Hisên jî hêvî kir ku "ev peyman li ser erdê bê cîbicîkirin, û li ser kaxiz nemîne, daku em karibin vegerin ser axa ku jê ku jê koçber bûne, û bibe egera ku em ji dagirkerên Tirk, xilas bibin.”
Bêrîvanê di dawiya axaftina xwe de got: "Em hêvîdar in ku ev peyman mizgîniyek ji me re bîne, êriş, şer û komkujiyên dagirkeriya Tirkiyeyê ên li ser herêmên me rawestîne û vegera me ya bi ewle bo malên me pêk bîne.” ANHA/EYN ÎSA