Êrîşa ser TV’yên Kurd hate şermezarkirin
Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 02:45
- Piştî ku polîsên Belçîkî bi rengekî qorsanî bi ser stûdyoyên Stêrk TV û Medya Haber de girtin, ev li nav Kurdistaniyên li Ewropayê bû sedema nerazîbûnan û bertekan. Di serî de li paytexta Elmanya Berlînê li gelek paytextên Ewropayê Kurd dijî êrîşa li ser çapemeniya azad a Kurd helwesta xwe nîşan dan.
Serdegirtina stûdyoyên Stêrk TV û Medya Haberê, li gelek navendên Ewrûpayê bi çalakiyan hatin şermezar kirin û hate gotin:’’ Hûn nikarin dengê Kurdan bibirrin.’’
London
Li ser banga Meclîsa Gel a Kurd, gelek kes li Londonê ber Konsolosxaneya Belçîkayê hatin cem hev, serdegirtin û êrîşên polîsên Belçîkayê yên li hemberî çapemeniya Kurd şermezar kirin.
Di çalakiyê de dovîz û pankartên ku êrîşên li ser çapemeniya Kurd protesto dikin hatin hilgirtin û timî dirûşmên "Piştgiriya Erdogan rawestînin, şerm bike", "Terorîst Erdogan", “Bimre faşîzm" û "Çapemeniya Kurd nayê bêdengkirin" hatin berzkirin.
Berlîn
Li paytexta Elmanya Berlînê jî Kurdistanî bi banga Meclîsa Jinê ya Destdanê û Meclîsa Nav Berlînê li ber Konsolosxaneya Belçîkayê hate cem hev û êrîşên ser çapemeniya Kurd şermezar kirin.
Hevseroka Nav Berlînê Nursel Yildiz di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ev êrîş ne nû ne, polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk bi salan in li dijî gelê Kurd dewam dike. Li dijî çapemeniya Kurd ku van komkujî û polîtîkayên îmha û înkarê teşhîr dike, zext tê kirin. Diyar e ku ev jî li ser daxwaza dijmin tê kirin.’’
Stockholm
Li navenda Sergels Torg a paytexta Swêd Stockholmê jî êrîşa ser çapemeniya Kurd ji alî Kudistaniyan ve hate şermezarkirin.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Menîce Yîgît axivî. Yîgît êrîşa li ser çapemeniya Kurd a li Stenbolê û Enqerê, li Fransayê girtin û teslîmkirina Kurdan û êrîşa li ser Stêrk TV û Medya Haber anî cem hev û got,’’Ev hemû konsepta siyaseteke topyekûn e. Ev hewldanek ji bo razîkirina Erdoganê ku di hilbijartinên şaredariyan de têk çû ye. Hemû saziyên me bi keda têkoşîna me hatine avakirin û navendên me yên ragihandinê guh û çavên me ne. ‘’
Atîna
Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi armanca şermezarkirina êrîşên hemwext ên polîsan û binçavkirina li se qenalên Medya TV û Stêrk TV yên Belçîkayê, li dijî malên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy û endamên wê yên li Parîsê û li dijî malên Kurdan û xebatkarên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê. meşek hat lidarxistin.
Parîs
Li paytexta Fransa Parîsê serdegirtin û binçavkirinên li dijî Stêrk TV, Medya Haber TV û komeleya Drancy hat protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ku li ser banga CDK-F û TJK-F’ê li Qada Republîquê li hev civiyan destnîşan kirin ku ev polîtîkayên qirêj gelê Kurd natirsîne, bervajî hêzê dide.
Li ser navê CDK-F’ê Şahîn Polat daxuyanî da û wiha got: “Bertekên gelê me îspat dike ku em li ser piyan in. Gelê Kurd û dostên wan li her derê qadan in û wê gav paşde neavêjin. Em ê ti carî dest ji mafên xwe bernedin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad bibe û statuya Kurdistanê bê naskirin em ê li berxwe bidin.”
Viyana
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê êrîşa polîsan a li ser Medya Haber TV û Stêrk TV ên Belçîkayê hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ve hat lidarxistin bûn. Di çalakiyê de flamayên “Belçîka, hûn nikarin rastiyan bitepisînin", "Despotîzma Belçîkayê rawestînin! Ji bo azadiya çapemeniyê û demokrasiyê" û "Li dijî sansûr û zilmê: Hevgirtina bi çapemeniya Kurd re" hatin hilgirtin û dirûşma "Çapemeniya Azadnayê bêdengkirin” hat berzkirin.
Solothurn
Kurdistaniyên li Swîsreyê çawa ku bi êrîşa ser çapemeniya azad hisiyan, li bajarê Solothurn rabûn ser xwe, êrîşa polîsên Belçîkî û êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Di çalakiyê de Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Emrullah Bîngul destnîşan kir armanca êrîşên nû yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşa Belçîka û Fransa yên li ser çapemenî û saziyên Kurd ew e ku destkeftiyên Kurdan ji holê rabikin.
NAVENDA NÛÇEYAN