Dema berxbirê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 23 Nîsan 2024 - 00:21

Li Rojhilata Navîn berxbir di nava gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî de bi nav û deng e. Di demsala biharê de xelk pezên xwe yên ku tevahiya zivistanê li axuran mane derdixînin derve û paqij dikin.  Di zivistanê de hiriya pez hem dirêj hem jî qirêj dibe. Lewma pez (mîh) di rûbaran de tên şuştin û piştre hiriya wan tê jêkirin. Ev yek ji bo tenduristiya sewalan wekî karekî girîng û jêveneger tê dîtin. Ev kar jî li piraniya herêmê wekî festîvalan tên birêvebirin û navê berxbirê lê tê kirin.

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî, di vê demsalê de berxbir heye. Lê ji ber ku wekî deverên din hejmara pez pir zêde nîn e, bi rengê festîvalê nayê çêkirin. Xelkê ku pezên wan hene, hiriya wan jê dikin. Hiriya pez piştre tê şuştin û ji bo pêdiviyên malê tê bikaranîn. Li gundewarên Kantona Cizirî jî van rojan xelk hiriya pezên xwe jê dikin û hinek difiroşin, hinek jî di pêşwazîkirina pêdiviyên malê yên wekî kulav, lihêf, balif de bikar tînin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.