Banga konferansê û şandeyan

Çarşem 24 Nîsan 2024 - 00:53

SÎMA BIROKÊ / ANHA / QAMIŞLO

33 partiyên siyasî û rêxistinên li Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê 22 Nîsan’ê li bajarê Qamişlo daxuyaniyek hevpar dabûn û bang li hêzên navnetewî û Kurdistanî kiribûn.

Sekreterê Partiya Demokrata Kurd a Roj li Sûriyeyê Kovan Keno diyar kir ku gelê Kurd li Kurdistanê bi komkujiyan re rû bi rû dimîne, lewma ji tevger û gelê Kurd tê xwestin ku yekrêziya xwe ava bikin û got:“Divê konfranseke bo yekîtiyê bê lidarxistin da ku em bibin xwedî yek helwestek.” Kovan Keno da zanîn ku navbera partiyên herêmê de li ser mijarên cuda hevdîtin tên çêkirin û wan jî di van hevdîtinan de nêrînên xwe anîne ziman û got:“Ji bo rêgirtina hevkariya bi dewleta Tirk re, me wekî partiya Roj pêşniyar kiriye ku hevdîtinên bi rêjîma Sûriyeyê, Bexda-Herêma Kurdistanê û hêzên din re şande bên avakirin.”

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze şerê Kurd bi Kurd derxîne û got:“Divê tu hêzên Kurdî nebin hevkarê van êrişên li dijî hêzên gerîla”. Ehmê ji hemû kesayetên aştîxwaz û demokrat jî xwest ku helwestek nîşan bidin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.