Haziriyên ‘Hefteya Wêjeyê’ temam in

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 15 Nîsan 2024 - 00:19

Hefteya Wêjeyê ya ku her sal ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê birêvebirin, wê îsal 27’ê Nîsanê (2024) dest pê bike. Hefteya Wêjeyê ku îsal ya sêyemîn tê pêkanîn, wê li Dêrikê çêbibe û amadekariyên wê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin. 

Endamê Dîwana Wêjeyê Fîxan Hîmo têkildarî amadekariyan axivî. Li gorî agahiyên Hîmo, îsal 3 mijarên sereke yên Hefteya Wêjeyê hene. Beşdarên bernameyan wê li ser mijarên, “pirsgirêkên weşanê û berheman”, “Wêjeya zarokan” û “Rexneya wêjeyî” gotûbêjan bikin.

Di çarçoveya bernameyê de ku wê 7 rojan dom bike, wê semîner, panel, şevbihêrkên helbest û çîrokan bêne lidarxistin.Ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê gelek rewşenbîr, nivîskar û wêjevan beşdarî bernameyan bibin.

Fîxan Hîmo destnîşan kir ku rêjeya nivîskariya wêjeya zarokan kêm e, lewma wan xwestiye balê bibin ser girîngiya vê mijarê ya di avakirina civakan de.

Her sal di meha Nîsanê de

Hefteya Wêjeyê cara yekemîn sala 2022`yan li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, sala 2023`an li bajarê Kobanê pêk hat. Her sal di meha Nîsan an jî Gulanê de tên lidarxistin û li ser pirsgirêk, berhem, hilberîna xebatên wêjaya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê rawestîn. Bi taybetî di pêvajoya şoreşê û avakirina civakan de rola wêjeyê tê gotûbêjkirin. Di nava vê hefteyê de berhemên bi zimanên Erebî û Kurdî hatine amadekirin, her wiha xebatên hatine meşandin tên nirxandin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.