Lêpirsîna pêlavdernexistinê

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:36

Li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê Rêveberiya Girtîgehan her roj zilmeke kêfî tê kirin.Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê qerdiyanan ferz kirin ku girtî pêlavên xwe derxin, ji bo ku girtiyan ev qebûl nekirin cezayê lêpirsînê ser girtiyan dest pê kir.

Jinên girtî ji bo ku qebûl nekirin li nav pêlavên wan binerin, der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Parêzer a OHD'î Sezîn Ûçarê got ku ew ê gilî bikin. 

Bêhiqûqî û kêfiyeta li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê sînoran nas nake. Her ku diçe ev bêhiqûqî li her deverê berbelav dibe.

Li girtîgehan fehşitiyên li ser rehîneyên siyasî yên Kurdistanê didome. Ji bo ku girtî ferzkirina sehkirina tazî, lêgerîna li nav hundirê dev, mieyenekirina kelepçekirî qebûl nakin lêpirsîna dîsîplînê li ser wan tê kirin. 

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoy jî, 28'ê Adarê di dema hevdîtinê de lêgerîna li hundirê pêlavan li girtiyan hat ferzkirin. Girtiyên jin  li ber vê rabûn û ji bo vê jî der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. 

Girtîyan bi dirûşman bersiv dan

Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Sezîn Ûçarê ragihand ku girtiyan biryara nederxistina pêlavan girtiye û banga hestyariyê li raya giştî kir.  

Ûçarê got: "Demeke berê li hemberî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê êrişek çêbû. Di dema hevdîtina rûbirû de, lêgerîna li hundirên pêlavan li muwekîlên me hat ferzkirin. Girtiyan jî bi dirûşmeyan bertek nîşanî vê da û gotin ku ew ê pêlavên xwe ji nigê xwe dernexin. Çimkî ev hem li dijî Destûra Bingehîn e hem jî li dijî peymanên navneteweyî ye ku Tirkiye jî alîgirekî wan e."

Em ê gilih bikin 

Ûçarê bilêv kir ku piştî vê girtî wekî bertek pêxwas çûne cihê hevdîtinê û ji ber vê der barê wan de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin û got: "Em pêvajoya hiqûqî ya li wir dişopînin. Her wiha em ê giliyê peywirdaran jî bikin."  

Ûçarê destnîşan kir li girtîgehan binpêkirinên li dijî rûmeta mirovahiyê pêk tên û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên ku girtî bi wan re rû  bi rû dimînin. 

Parçeyek ji konsepta tecrîdê ye 

Ûçarê bibîr xist ku girtî çalakiya xwe ya di çarçoveya "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ " didomînin û got ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan parçeyeke konsepta polîtîkayên tecrîdê ye.  

Ûçarê bang li raya giştî kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hestyar be û got ku divê her kes li dijî tecrîda li girtîgehan rabe. 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.