Yekitiya Werzîşê ya Desteya Werzîş û Ciwanan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi komîteyên ruxsetkirina kulûbên werzîşê yên li kantonan re civînek li dar xist û pergala ruxsetkirina kulûbên werzîşê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxist.
Di civînê de yekitiyê komîteyên ji bo daxwaznameyên ruxsetkirina kulûbên werzîşê li kantonên Herêmê bişopînin hatin avakirin. Di her komîteyekê de 3 endam hene.
Di civînê de rêbaz û mekanîzmaya dayîna ruxsetê û şertên ruxsetkirinê ku werzîşê û werzîşvanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin birêxistinkirinê, hatin nîqaşkirin.
ANHA